ROJEVA 6'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Çalakiyên ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re tên lidarxistin, wê îro jî dewam bikin.

- Nûnerên gelek saziyan û welatparêzên Kurd serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.

- Endama KJK'ê Besê Erzîncan, li ser jiyana Sakîne Cansiz axivî û got, "Hevala Sara dilsoza xewn û xeyalên azadiyê bû, lewma ji bo jinan bi rola pêşengiyê rabû."

- Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Şerîf Demîr diyar kir, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven wan serî li dozgerê girtîgehê û Wezareta Edaletê dane û ji bo tiştek bi kesî neyê bang kir.

- Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan li ser rewşa Guven axivî û got, "Derd û daxwaza dayika min ew e ku bes rondik ji çavan bibarin. Ez bi tirs û fikar im."

- Hevserokê Îdareya Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saad Xidir Essaf bersiv da îdîayên Serokê DYE'ê Trûmp ku digot "Kurd petrolê difiroşin Îranê" û got, "Em û Îran ne cîranên hev in, di navbera me de bazirganî nîne."