7 girtiyên din jî dikevin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê piştî 5’ê Çileyê 7 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê piştî 5’ê Çileyê 7 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û çalakiya wê di roja 60’emîn de didome. Gelek girtiyan jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê piştî 5’ê Çileyê girtiyên bi navê Erdal Emeç, Fatîh Bîngol, Denîz Ozdemîr, Fesîh Tekîn, Mûrat Karaaslan, Halîs Yîgît û Serhat Yildirim piştî 5’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.
Girtiyan bi rêya malbatên xwe diyar kirin heta ku daxwazên Leyla Guven neyê bicihanîn ew ê dev ji çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bernedin.