Serdegirtina polîsan a li ser avahiya HDP’ê ya Mêrdînê bi dawî bû

Serdegirtin û xebatên lêgerînê ya polîsên avêtibûn ser avahiya HDP’ê ya Mêrdînê bi dawî bû. Polîsan dest danî ser her tiştên girêdayî Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye grevê.

Serdegirtina polîsan a saetên danê şevê ya li ser avahiya Partiya Demokratîk a HDP’ê ya bajarê Mêrdînê piştî lêgerîna li avahiyê û şûnde bi dawî bû.  Polîsan dest danî ser stîckerên ên têkildarî Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye grevê ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sulhê ve biryara komkirinê hatibû dayîn.

Di dema lêgerînê de polîsan tevî stîckeran afîş û pankartên di derbarê Leyla Guvenê de jî desteserkirin.

Piştî lêgerînê polîs ji avahiya HDP'a bajêr derketin.