Siyasetmedarekî Kurd li Îranê hate destgîrkirin

Nûnerê berê yê partiya Yekîtiya Neteweyî yê Şaxê Kurdistanê Zanyar Zemîran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate destgîrkirin.

Hêzên îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê ji bo tirsê bixe nava civaka Rojhilatê Kurdistanê, operasyonên xwe yên destgîrkirina sivîl û siyasetmedaran didomîne.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, nûnerê berê yê Partiya Yekîtiya Neteweyî yê Şaxê Kurdistanê Zanyar Zemîran roja Yekşemê li cihê xwe yê kar li Navenda Ava Herêmî hate destgîrkirin. Hêzên çekdar ên rejîmê ew birin mala wî, alavên wî yên şexsî desteser kirin û piştre ew şandin zîndana Îtilia'atê ya li bajarê Sinê.

Li kêleka xebatên xwe yê sivîl û siyasî, Zanyar Zemîran tecrûbeya xwe di warê cûda de heye, ji wan Şêwirmendê Çandî ji bo Navenda Ava Herêmî li parêzgeha Sine (Kurdistan), sekretêrê Rêvebiriya Kirîzê di heman navendê de, sekretêrê Komîteya Ewlehî û Xwedîkirina Seddên Rojhilat û Sekretêrê Konferansên Xwendekarên Endezyari ye.

Tevî Zanyar Zemîran, hêzên rejîma Îranê tenê di hefteya borî de 10 çalakên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Kamyaran û Sinê destgîr kirine û li girtîgehên îstixbaratê tên lêpirsîn.