Başaran: Em deng bidin qêrîna girtiyan

Berdevke Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, rewşa tenduristiyê  ya Leyla Guven krîtîk e û got, ''Em deng bidin qêrîna girtiyan ku ji bilî bi bedena xwe li ber xwe bidin, tiştekî wan tine''.

Berdevke Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser navê Insîyatîva Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê têkilî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Başaran bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leya Guven ketiye roja 60'î de, her wiha li gritîgehan bi sedan girtiyên siyasî bi heman daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi greve birçûnê kirine.

Başaran bi bîr xist ku ji 2011'an ve Ocalan parêzerên xwe û ji 2015'an ve şandeya Imraliyê û ji greva birçîbûnê ya 2016'an Îlonê ve malbata xwe nedîtiye û got, weke ku girtiyekî jirêzê be nêzîkatiyele li Ocalan nayê qebûlkirin, bi tecrîda van 3 salên dawî rewşa ku Tirkiye tê de ye li ber çavan e.

REWŞA TENDURISTIYÊ YA GUVEN KRÎTÎK E

Başaran bi berdewamî bal kişande ser rewşa Hevseroka KCD'ê Leya Guven, diyar kir ku rewşa tenduristiya wê krîtîk e, rajena wê tim diguhere, sergêjînek pê re çêdibe, tiştên avî bi zorê dikare vexwe û li girtîgehên din jî hewcehiya girtiyên di grevê de nayên bicihanîn. Başaran diyar kir vitamîna B'yê li gel ku mecbûriyeteke yasayî ye jî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, girtiyên di grevê de di odeyên yek kesî de têne hiştin û wan ber bi mirinê ve tehf diin.

BÊDENGÎ MIROV DITIRSÎNE

Başaran diyar kir li bara van kirina bêdengiya civakê wan ditirsîne, heke civak vê bêdengiya xwe bidomîne, di rojên pêş de encamên xirabtir dibe ku derkevin holê û got, ''Leyla Guven di rewşeke krîtîk de, ji bo girtiyên din jî rewş krîtîk e.''

EM BIBIN DENGÊ ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Başaran bi berdewamî bang li dînamîkên civakî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, ciwanan kir û yên ku ji xwe re dibêjn, 'ez demokrat im' û dibêjin, ''Ez dixwazim civaka Tirkiyê bibe civake azad û domand, ''Daxwazên wan ne daxwazên şexsî ne. Leyla Guven û hevalên din li gel ku bi rengekî nehiqûqî rehîn hatine girtin jî, di daxwazên wan ên şexsî nîn in. Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû civakê ye. Daxwaza wê ew e ku gelên NTirkiyê li welatekî azad, wekhev û demokrat bijîn. Em banga xwe dubare dikin. Grevên birçîbûnê beriya niha gihaşte encamên cuda. Me dît ku bi ser dikeve û derî li çareseriyê vedike. Mînaka vê ya nêz 2012'an bû. Piştî greva birçîbûnê ya 2012'an bi Rêzdar Ocalan re çûnûhatina hevdîtinê dest pê kiriye û van hevdîtinan guherînek daye destpêkirin.

Niha du rê li ber me hene, an em ê xwe nebihistî bikin û weke ku daxwazên girtiyan nebin tevbigerin û li bendê bimînin ku hêdî hêdî bihelin. An jî em ê hemû bi hev re bibin yek deng û wê daxwaza meşrû geş bikin û li bendê bin ku deshilata di vê mijarê de gavekê bavêje. Daxwazên girtiyan ên pir zehmet, ne pêkan nîn in.

Em bang li jinan û ciwanan dikin ku tecrîdê baş baş fêhm dikin û herî pir polîtîkayên şer bandorê li ser wan dike, em deng bidin gritiyên di nav çar dîwaran de ku ji bilî bedena wan tiştekî wan tine ku pê li ber xwe bidin. Ji bo ku ev daxwaz bi cih were em bang li desthilatê bikin. Ne ku em nikarin vê pêk bînin. Piştre, beriya ku were wê rewşa ku em di dîroka civakî de em nikaribin hesab bidin, em bang li hemû gelê xwe, saziyên xwe dikin bihistyar bin û ji bo daxwaza rabûna tecrîdê re bibin deng.''