DAÎŞ'ê li Tîkrîtê êrîş bir ser hêzên Heşdî Şabî

Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li rojhilatê bajarê Tîkrîtê yê Iraqê êrîş birin ser tûgayeke Heşdî Şabî. Di bûyerê de 7 endamên Heşdî Şabî birîndar bûn û yek jî hate revandin.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku li gelek herêmên Iraqê êrîş kirin, doh bi şev êrîş birin ser Tûgaya 51'ê ya Heşdî Şabî ku li nêzî çiyayên Mekhûlê yê li bajarê Tîkrîtê yê wîlayeta Selahaddînê ye. Di êrîşê de 7 endamên Heşdî ŞabÎ birîndar bûn, yek jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate revandin. Wesayiteke Heşdî Şabî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate şewitandin.

PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN NIKARE BÊ GIRTIN

DAÎŞ'ê ku sala 2014'an wîlayetên Selahaddîn, Diyala, Anbar û Nînova yên Iraqê bi dest xist, piştî 3 salan ji van herêman hate derxistin, lê pêşî li êrîşên wan nekarî bê girtin. Çeteyên DAÎŞ'ê bi taybetî ji herêmên nêzî sînorê Sûriyeyê dikevin nava Iraqê û êrîşê dibin ser Heşdî Şabî û artêşa Iraqê.

Hêzên Hewayî yên Iraqê, ji ber zêdebûna êrîşan mehên dawî, bomberdûman li xaka Sûriyeyê jî kirin. Heşdî Şabî jî hêzên xwe yên li ser sînor zêde kir.