Eniya Şoreşger: Heta şikandina faşîzmê divê têkoşîn bidome

Eniya Şoreşger li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirinê daxuyaniyek da û got, "Berxwedana Guven li çar aliyên dinyayê belav dibe."

Eniya Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist, greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye roja 60'î.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berxwedana ku Leyla Guven li zindana Amedê dest pê kiriye mîna meşaleyekê her geş dibe û li çar aliyên dinyayê belav dibe.

Di daxuyaniyê de hate bibîrixstin, greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 47'an, greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 21'ê û greva birçîbûnê ya li zindanan jî di roja 22'an de ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berxwedana grevên birçîbûnê ne tenê li dijî tecrîdê ye û hate gotin, "Berxwedan, li dijî şer, tecrîd, zext, tepisandin û faşîmza li ser gelan e."

Eniya Şoreşger diyar kir, Leyla Guven dengê raperînê ye û wiha dewam kir: "Nabe ku êdî kes li pêşberî faşîzmê bêdeng bimîne. Ji Tirkiyeyê heta çar parçeyên Kurdistanê çi ji destê kê tê divê bike. Divê em xwedî li meşaleya raperînê ya pêşengên xwe yên fedayî derkevin û heta ku faşîzmê parçe bikin, têkoşîna xwe bidomînin."