Li pey Rojbînê...

Piştî şehîdbûna Rojbînê, malbat piranî li Elbîstanê dimîne. Bav Hesen Dogan got, ''Piştî ku Rojbîn dev ji me qeriya, ez zêde nikarim li van deran bisekinim. Dayika wê vê dizane, ez diçim ser gora Rojbîn û rûdinim.''

9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger, yek ji damezirînera PKK'êSakîne Cansiz (Sara),  nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez (Ronahî) bi hovane hatin qetilkirin. Vê agahiya biêş weke agirekî kete ser dilê Kurdan. Ji wê rojê ve hemû rê xwe digihînin Parîsê..Kurdan û malbatên sê şitlên ku hatine qetilkirin ev êş di dilê xwe de hîs kirin.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ji ber salvegera komkujiyê serdana malbata Dogan a li Strasboûrgê kir û li dê û bavê Dogan, li Fatma Dogan û Hasan Dogan guhdarî kir.

ELBİSTAN'DAN PARİS'E

Bav Dogan dibêje piştî ku dibistana seretayî diqedîne wan Rojbîn ji Elbîstanê aniye Fransayê, keçeke pir zîrek bûye û di 3 mehan de Fransî hîn bûye, piştî bi 3 mehan dema ku ji azmûna Fransî serkeftî derbas dibe, bi hevtemenên xwe re dest bi heman dibistanê dike.

Bav, Hasan Dogan dibêje, Rojbîn miroveke pir dilzîz bûye û xwedî karakterekî rikdar bûye, bi rikdarî ji bo ku bi ser bikeve têdikoşiye û li gel vê, pir hînker jî bûye, pêşengî ji hevalên xwe re dikir, ew didan dora xwe.

PIR RIKDAR BÛ

Dayik Fatma Dogan jî dibêje Rojbîn pir rikdar bûye, tişta ku dixwest li ser radiwestiye û ev bi wan jî dida qebûlkirin. Dayika Fatma Dogan her wiha dibêje Rojbîn ji xwendinê jî hez dikir, têkiliyên wê bi hevalên wê re baş bûn,derdorê jê hez dikir û tiştên ku wê jê bawer dikir, bi derdora xwe dida  qebûlkirin.

HER PIRTÛK DIXWEND

Bav Hasan Dogan têkilî Rojbîn dibêje, li komeleya Strasboûrgê dest bi kursa folklorê kiribû, piştî dest bi folklorê kirî hin guherîn pê re çêbûn, zêdetir li dersan dixebitî û ji bo ku baş ji meseleya Kurd serwext bibe heta berê sibehan pirtûk dixwendin.

KOPMLOYÊ PIR BANDOR LÊ KIR

Dayik Fatma dibêje komlploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir bandor li ser Rojbîn kiriye û got, ''Piştî ku Rêzdar Ocalan hate girtin, Rojbîn ji xwe çû. Wê demê me fikra rastî ya Rojbîn nas kir. Me fêhm kir ku Rojbîn dixwaze têkeve nav polîtîkayê. Min biryardariya Rojbîn dît, dema ku min ew biryardariya wê dît ku dixwest biçe ser cenazeyê şehîdekî. Min nedixwest ku Rojbîn biçe ser cenaze lê ew li ser radiwestiya û digot, ''Ew heval ne ji bo xwe, ji bo gelê xwe şehîd bû. Naxwe divê ez jî tevlî cenaze bibim'' û çû ser cenaze.''

Dayik Fatma Dogan dibêje carekê Rojbîn xwestiye ku tevlî Festîvala Mazlûm Dogan bibe, bavê wê destûr nedaye lê dîsa jî çûye festîvalê, piştre venegeriyaye, piştî bi 6 mehan dema ku hatî daweta xwîşka xwe, keça xwe dîtiye.

PIŞTÎ 2 SALAN 15 DEQE ME HEV DÎT

Bav Dogan jî dibêje, piştî dawetê 2 salan wan Rojbîn nedîtine, piştî 2 salan li Newroza Frankfûrtê Rojbîn dîtine. Bav didome,''Hîç ji bîra min naçe, carekê ji diya xwe re got, 'Dayê, sê keçên te hene, bila du jê ji te re bin, yek jê ji gelê Kurd re be. Bila ji bo gelê Kurd bixebite.' Vê gotinê pir bandor li min kir. Piştî 15 deqe bi me re axivî, got, 'karê min heye, divê biçim' û çû.''

KÊLIYA KU CÎHAN HILWEŞIYAYÎ

Bav Dogan dibêje, beriya komkujiyê bi sê rojan xewnek dîtiye, sê jin hatibûn ku wî bibin, wî li ber xwe daye, du jê ji mal derketine, yekê jê ew hembêz kiriye, bi destê xwe derî dehf daye û girtiye.

Dayik Dogan jî dibêje, ''Min tim xewnên tevlîhev didîtin. Min hîs dikir ku wê tiştin bibin. Dema ku hevserê min û zarok hemû bi hev re hatin, ez behitîm. Wê kêliyê gotin, Rojbîn hatiye destgîrkirin. Min bawer nekir. Li Parîsê min çavê xwe vekir, gotinek heye, dibêjin, ''ew kêliya ku cîhan bi ser min hilweşiyayî.'' Wê kêliyê cîhana min hilweşiya.''

MIN XWE LI HELBESTÊ GIRT

Bav bi berdewamî dibêje ,''Piştî ku Rojbîn dev ji me qeriya, nema hedana min li van deran tê. Diya wê dizane. Ji bo ku nêzî Rojbîn bibim nîvê salê li Elbîstanê me. Piraniya dema xwe bi Rojbîn re derbas dibim. Ez diçim ser gora wê rûdinim. Kul û derdên xwe pê re par ve dikim. Helbestan jê re dixwîim. Pê re diaxivim. Bi helbestê dilê xwe xweş dikim.''

'EM Ê TI CARAN JI BÎR NEKIN'

Dayik Fatma dibêje, ''Sê şitlên me yên ku li Parîsê hatin qetilkirin, kirin qurbna bazara genî ya di navbeyna dewleta Tirk û Fransayê de. Dixwazin werin jibîrkirin. Lê em ê ti caran ji bîr nekin. Ên ku ev komkujî kirin û bincil kirin di dilê mirovahiyê de hatin mehkûmkirin.

MÎT'Ê KIR, FRANSA SER GIRT

Bav Hasan Dogan jî got, ''Dozgera ku lêpirsîna vê dozê dikir çima ji peywirê hate standin?. Dozger ji me re digot, ''Ez jî jin im, kezeba min jî dişewite'' û digot, ''Ev karên wiha di navbeyna dewletan de ne, karê îstîxbarata veşartî ne''. Bi rastî jî weke dozger gotî ev kar MÎT'ê kir. Fransayê jî ser vê girt. Endamên MÎT'ê yên payebilind ên ku hatin girtin jî li xwe mikur hatin ku Omer Guney hevalê wan e. Herî dawî vê bibêjim; Nîvê sala 2012'an îstîxbarata Fransayê 2 caran lêpirsîna min kirin, her carê 4 saetan dom kir. Xwestin ku bibêjim PKK'ê Rojbîn revandiye. Ên li Ewropayê, nexasim ên Fransayê xwestin ku navê PKK'yiyan bidim. Gav bi gav Rojbîn dişopandin. Li gel ku tim dihate şopandin jî, li navenda Parîsê çawa wiha bi rehetî karîbûn ku komkujiyê bikin?''