Li pêşiya Balyozxaneya Fransayê protesto hate lidarxistin

Sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 6 sal berê li Parîsa Fransayê hatibûn qetilkirin li Stockholmê hatin bibîranîn.

Çalakger di saet 14.00’an de li Parka Hûmlegardenê hatin ba hev û heta Balyozxaneya Fransayê meşiyan.

Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku êrîşa li ser sê jinên Kurd tê wateya êrîşên li ser hemû jinên Kurd û hemû jinên ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin.

Di çalakiyê de bal hate kişandin ku, 6 sal ji ser qetlîamê derbas bûye lê hikumeta Fransayê hê ev cînayet zelal nekiriye.

Çalakgeran diyar kirin heta ku qetlîam were zelalkirin û kujer werin darizandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakgeran ji bo zelalkirina qetlîamê teslîmî peywirdarên balyozxaneyê kirin.