'Li girtîgehên Çukurovayê tekane rojev tecrîd e'

Hevserokê TUAD'ê Ebettîn Kara got, ''Rewşa girtiyan her ku diçe girantir dibe. Girtîgehên Çukurova jî dikelin''.

Helwesta li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didome. Rojeva sereke ya grevên birçîbûnê ya li girtîgehan tecrîd e, rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê giran dibe. Em bi Hevserokê TUAD'ê Ebettîn Kara re li ser rewşa girîgehan axivîn.

'ÇALAKIYÊN BI MEBESTA ŞIKANDINA TECRÎDÊ DIDOMIN'

Kara diyar kir li girtîgehên Çukurovayê polîtîkayên tecrîdê tekane rojev e û got, ji bo ku şertên li girtîgehan ên li Çukurovayê baş bibe wan gelekçalakî kirine, hewl tê dayin ku girtîgehan bikin mekanê êrîşê û teslîmgirtinê, gavên dijî mirovahiyê li ser girtîgehan ferz dikin û dema ku li dijî van gavan helwest tê nîşan, êşkenceyê li girtîgehan dikin û cezayê hicreyan didn wan û got, ''Vê gavê bi pêvajoya giştî re girtîgehên Çukuroavayê dikelin.''

Kara her wiha diyar kir hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên herêma wan wê tevlî berxwedana greva birçîbûnê bibin.

'BERXWEDAN WÊ PÊL BI PÊL GEŞ BIBE'

Kara wiha domand, ''Heke ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan bidawî bibin berxwedan pêl bi pêl wê geş bibe. Li herêman me gelek girtî têne sirgûnkirin. Li dijî grevên birçîbûnê êrîşên dij exlaqî li ser girtiyan dikin. Bi vê çarçoweyê girtiyên ku bi malbatên xwe re axivîne, gotine ew bibawer û biryardar in. Û têkoşîna wan jî heta ku tecrîd bi dawî bibe, wê bidome.''

Kara her wiha got li pişta polîtîkayên li ser girtiyan nêzîkatiya faşîst a AKP-MHP'ê heye.

'GELEK SÛC TÊNE KIRN'

Kara li ser zext û zordariyên li girtîgehan jî got, rêveberiyên girtîgehan zextê li ser malbatan jî dikin û got, gelek sûc bi belge li dosyayan zêde kirine, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi şandeyên çavdêr re rapora wan girêdidan, bi ÎHD'ê re bi hev re dixebitin û wê van binpêkirinan deşîfre bikin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Hevserokê TUAD'ê Ebettîn Kara li ser rewşa girtiyên nexweş jî got, ''Li girtîgehên herêmê gelek girtiyên bi nexweşiyên giran hene. Tedawiya van girtiyên nexweş tê astengkriin û dermanên wan nain wan. Her wiha mabatan jî mexdûr dikin. Her wiha li gel ku doktoran bi raporan gotine, 'nikarin li girtîgehê bimînin'' jî, bi rengekî kêfî li girtîgehan têne hiştin.'''