Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ji bo azadiya Ocalan li gelek bajraan çalakî kir. Gelek kargeh û wesayit hatin şewitandin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, wan ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê çalakî kirine.

Agahiyên derbarê çalakiyan wiha ne:

MANÎSA

1'ê Çile li Kiragaçê wesayita li ser  şexsê bi navê F.T ji hêla Yekîneyên me yên Tolhildanê Şehîd Mawa Baran ve hatiye şewitandin. Di encamê de wesayit bi temamî şewitiye.

AMED

3'yê Çile li Şehîdlikê ya navçeya Yenîşehîrê ji hêla yekîneyên me yên tolhildanê yên Şehîd Serhildan Garzan ve bi hevdemî li dijî Midûriyeta Emniyetê, Saziya Goşt û Şîr û marketekê çalekiyeke bi bobeyan bideng hatiye kirin. Piştî çalakiyan medyaya dijmin gotiye, gelek kes hatine destgîrkirin û yên ku hatine destgîrkirin endamên yekîneyên me ne. Yekîneyên me piştî çalakiyê ji qada çalakiyê veqetiyane û li ser karê xwe ne.

ÎZMÎR
7'ê Çile li navçeya Bornovayê li çarliya Fîncancilarê fabrîkeyeke ku malzemeyên metbexê hildiberîne ji hêla yekkîneyên me yên tolhildanê, Şehîd Nazelîn Korkurt ve hatiye şewitandin. Di encama vê çalakiyê de ziyana madî gihaye fabrîkayê û nema dikare were bikaranîn.

MUGLA

7'ê Çile li navçeya Fethiye li sîteya sanayiyê depoya mexazaya mobîlyayan ji hêla yekîneya me ya tolhildanê Şehîd Garza ve hatiye şewitandin. Di encama çalakiyê de depo bi temamî şewitiye.''