Li Strasboûrgê bîranîn Komkujiya Parîsê

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, li Navenda Gelê Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê ku greva birçîbûnê lê dewam dike, hatin bîranîn.

Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Navenda Gelê Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ve hate lidarxistin. Ji çalakgeran nûçegihan Gulîstan Îke û Mûstafa Sarikaya li merasîmê axivîn.

Gulîstan Îke bi bîr xist, sala 2013'an di dema komkujiyê de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî giran hatibû tecrîdkirin. Îke diyar kir, wê li ser şopa Sakîne, Leyla û Fîdan bin û got, "Leyla Guven jî ji bo hesabê qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî bê pirsîn û tecrîd were rakirin, li Amedê li ber xwe dide. Bi navê çalakgerên li Strasboûrgê em jî dixwazin dawî li bêdengiya Fransayê bînin û rûyê rast ê hemû hêzan raxin pêş çavan."

Mûstafa Sarikaya jî bi bîr xist ku her kes bi berxwedana Sakîne Cansiz zane û got, "Bi hevala Sakîne re em li girtîgehê bi hev re neman, lê belê têkiliya me hebû. Li pişt dîwaran em dikarîbûn bi hev re biaxivin. Dema ku hatim girtin destpêkê ez birin qawîşa teslîmkaran. Li kêleka qawîşa hevalên jin bû. Rojekê min ji hevala Sakîne re qala rewşê kir. Wê jî got, 'Kengî derî vebû ji wê qawîşê bireve û bêje ku naxwaze careke din bikeve wê qawîşê. Naxwe wê li wê derê êşkenceyên giran li te bike'. Bîranîneke bi vî rengî di navbera me de hebû."