MLKP: Em ê li ser xeta Sakîne Cansiz bi ser bikevin!

MLKP/Kurdistan, sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Em ê li ser xeta Sakîne Cansiz û şehîdên şoreşê hemûyan, teslîmiyetê têk bibin."

MLKP/Kurdistan, bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 6'an a şehadeta wan de hatin bîranîn.

'KOMPLOYEKE XAYIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiya Parîsê komkujiyeke dewletê ye ku bi destê AKP a faşîst Îslamiya polîtîk, dîktatorê wê Erdogan û MÎT'ê ve hatiye kirin. Komkujiya Parîsê komployeke xayin e, ku di dema hevdîtinên bi navê 'pêvajoya çareseriyê' de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihatin kirin, pêk hat. Piştre eşkere bû ku rayedarê MÎT'ê Sabahattîn Asal ê di heyeta hevdîtinê ya Îmraliyê de cih digirt, yek ji plansazê komkujiyê bû ku bi Omer Guney re amade kir.

Qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger dewama dîroka qirker a dewleta Tirk a faşîst e. Ev dîrok dewam dike. Ji xwe yek ji xelekên dawî yên dîroka komkujiyan a dewleta Tirk a faşîst, dagirkirina Efrînê ye.

Dewleta Tirk a faşîst teslîmiyetê li neteweya Kurd, gelên Tirkiyeyê, kedkar, şoreşger û jinan ferz dike. Em ê jî bi berxwedana li ser xeta Sakîne Cansiz û şehîdên şoreşê hemûyan, teslîmiyetê têk bibin."