Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Ji bo jiyanê ketine greva birçîbûnê; bersivê bidin daxwazên wan'

Parêzer Baran Çelîk got, rêveberiya girtîgehê bi zanebûn pêwîstiyên bingehîn bi kêmanî dide girtiyên di greva birçîbûnê de ne û diyar kir, beriya ku tiştek bi berxwedêran were divê bersiv ji daxwazên wan re bê dayin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û zêdeyî 100 girtiyan dewam dikin. Li aliyê din jî êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan jî didomin. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) parêzer Baran Çelîk li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Çelîk diyar kir, grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hema bêjin li her girtîgehên Tirkiyeyê dewam dikin û got, "Li her bajarî grev heye. Grevên birçîbûnê li ser daxwazeke bi tenê tê kirin. Ew jî bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e."

Çelîk diyar kir, bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan tê wê wateyê ku atmosfereke demokratîk ji nû ve biafire, şer biqede û pêşî li ber destpêkirina pêvajoya diyalogê vebe.

Çelîk got, "Gava destpêkê û ber bi çav a vê yekê jî hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye. Birêz Ocalan bi salan e tê tecrîdkirin. Ji sala 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne. Ev yek bi tena serê xwe binpêkirina mafên mirovan e."

Baran Çelîk li ser grevên birçîbûnê agahî da: "Grevên birçîbûnê tê wê wateyê ku mirov tiştekî naxwe. Di dema grevê de pêwîste dem bi dem xwê, şekir, av, bi taybetî jî dermanê vîtamîna B bê dayin ku dema çalakî qediya xisareke mayinde li bedena mirovan nebe. Grevên birçîbûnê ne çalakiyeke nû ye, ji salên 1980'ê û vir ve civak û dewlet bi vê çalakiyê dizanin.

Bêguman mirovên ku dest bi greva birçîbûnê kirine serî li ber kêfiyeta îradeyê natewînin. Lê belê dema ku pêwîstiyên bingehîn bi kêmanî ji wan re bê dayin, bedena wan zû ji hal dikeve."

Çelîk bi bîr xist, greva birçîbûnê çalakiyek e, mafek e û got, "Di heman demê de însiyatîfa mirov e. Lê belê li hemû girtîgehên ku grevên birçîbûnê li wan dest pê kirin, lêpirsînên dîsîplînê hatin vekirin. Weke ku tê zanîn, du şêweyên greva birçîbûnê hene. Ya yekê; heta demekê ye û bi dorveger e. Ya din jî, bêdawî û bêdorveger e. Yanî heta ku bersiv ji daxwazên wan re bê dayin dewam dike. Heta niha, kesên ku bi her du şêweyan di greva birçîbûnê de ne ketine ber lêpirsînê."

Baran Çelîk got, "Armanca kesên ketine greva birçîbûnê mirin nîne, ew dixwazin jiyanê biparêzin. Daxwazên însanî dikin û banga diyalogê dikin. Em dixwazin dengê van mirovan bê bihîstin. Berî ku tiştek bi wan were, berî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê bersiv ji daxwazên wan re bê dayin."

Çelîk anî ziman, rêveberiyên girtîgehan bi rengekî kêfî nêzî mafên herî xwezayî û bingehîn ên girtiyan dibin û got, "Ji bo mafên herî bingehîn jî dixwazin ku girtî li ber wan bigerin."

Çelîk diyar kir, divê doktor bi xwe biçe gel çalakgeran û kontrola wan a tenduristiyê bike û got, "Lê belê li şûna vê yekê ji girtiyan dixwazin ku bi xwe biçin revîrê. Li hemû girtîgehan li girtiyan ferz dikin ku ji bo kontrolê biçin revîrê. Ev yek ji aliyê ûsûl û mantiqî ve ne rast e, ji ber ku ji xwe ji hal ketine, nabe ku bi çûyîna revîrê re hîn bêhtir bên betilandin."