Li Lefkoşayê tecrîd û qetlîama Parîsê hate protestokirin
Li Lefkoşayê Qetlîama Parîsê hate protestokirin û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin.
Li Lefkoşayê Qetlîama Parîsê hate protestokirin û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin.
Li Lefkoşayê ya ku paytexta Kibrisê ye ji bo protestokirina Qetlîama Parîsê û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşek hate lidarxistin.
Çalakgerên Kurd li pêşiya Wezareta Karê Navxweyî kom bûn û heta Konsolosxaneya Fransayê meşiyan.
Di meşê de posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate vekirin.
Girse piştre çûn serdana rayedarên Konsolosxaneya Fransayê û dosyeya derbarê Qetlîama Parîsê teslîmî rayedarên kirin.
Çalakger meşiyan Konsolosxaneya Yekîtiya Ewrûpayê û li vê derê jî bi rayedaran re civiyan û çalakgeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.