Bi Partiya Keskan re li ser tecrîd û greva birçîbûnê hevdîtin hate kirin
Li Freîbûrgê rayedarên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk derbarê grevên birçîbûnê bi Partiya Keskan re civiyan.
Li Freîbûrgê rayedarên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk derbarê grevên birçîbûnê bi Partiya Keskan re civiyan.
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê rayedarên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk bi parlementera Partiya Keskan bi Andreas Kerstîn re civiyan.
Di hevdîtinê de bal hate kişandin ser rewşa Leyla Guven a ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê.
Rayedarên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk bêdengî nîşanî siyaset û medyaya Elmanyayê dan û gotin ku, “Rêzdar Kerstîn ji me re diyar kir ku haya wê ji her tiştî heye û Kerstîn fikarên xwe yên derbarê Rojava jî ji me re got. Kerstîn soz dame ku dosyeya me dabû wê, ew ê li navenda giştî ya Partiya Keskan ji nîqaşê re veke.”