Taşdemîr ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang kir

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bang li her kesî kir ku bibin dengê Leyla Guven.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navenda giştî ya HDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Taşdemîr bi bîr xist ku Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye û got, "Rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven di rewşeke krîtîk de ye. Li ser pirsgirêkên wê yên tenduristiyê fikarên me hene. Ev têkoşîna dîrokî ya Guven li hemû girtîgehan, li Hewlêrê û Ewropayê belav bû. Dîroka girtîgehên li Tirkiyeyê dîroka têkoşînê ye, lê mixabin di heman demê de dîroka komkujiyan e. Ji bo komkujî neyên kirin û mirov jiyana xwe ji dest nedin, em bang li her kesî dikin ku bi berpirsyarî tevbigere. Divê desthilatdarî tavilê dev ji helwesta xwe ya bêdeng berde û ji bo bersivê bide daxwazan, gavê biavêje. Li nêzî 30 girtîgehan nêzî 100 girtî di greva birçîbûnê de ne."

Taşdemîr bi bîr xist ku grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê tên kirin û wiha dewam kir: "Girtiyên di greva birçîbûnê de ne li dijî binpêkirina mafên xwe neketine grevê. Xwestin balê bikişînin ser rastiyekê. Daxwaza wan bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e ku bi dirûşma 'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye' berbiçav bûye. Girtî baş pê zanin ku ev tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye. Em jî, girtî jî baş zanin ku divê pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk werin çareserkirin. Tecrîd tecrîdkirina paşeroja welêt e."

Taşdemîr polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn rexne kir û bal kişand ser nêrînên Ocalan ên ji bo çareseriya bi rêbazên demokratîk û aştiyane.

Taşdemîr got, "Niha li Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê li ser dijminatiya li Kurdan şerxwazî têkirin. Em pê zanin ku hem li Sûriyeyê, hem jî li çar parçeyên Rojhilata Navîn Birêz Abdullah Ocalan çawa pêşî li çareseriya pirsgirêkan vedike. Daxwaza rakirina tecrîdê parastina jiyana bi hev re ya gelan e. Em bang dikin ku her kes xwedî li dengê Leyla Guven derkevin."