DÎTÎB êdî bi fermî bû şaxê MÎT'ê!

Berpirsyarê Xizmeta Olî ya Konsolosxaneya Kolnê Ahmet Dîlek ku eşkere bûbû şefê ajanên MÎT'ê yên li DÎTÎB'ê ye, ji bo alîkariya serokatiya giştî ya DÎTÎB'ê hate wezîfedarkirin.

Yekîtiya Tirk-Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) ku saziyeke diyaneta Tirk e û nêzî 900 mizgeftên xwe li Elmanyayê hene, li bajarê Kolnê civaka xwe ya giştî li dar xist. Di kongreyê de serokê giştî yê DÎTÎB'ê û endamên desteya rêveber hatin hilbijartin.

DÎTÎB salên dawî weke saziyeke propaganda û îstîxbarata dewleta Tirk dixebite. Ji bo DÎTÎB bi temamî bi Enqereyê ve bê girêdan, serokê giştî û alîkarê serokê giştî ji aliyê rejîma Erdogan ve hatin destnîşankirin.

Ji bo serokatiya giştî ya DÎTÎB'ê, muşawîrê Xizmetên Olî yên Sefaretxaneya Bilind a Tirk li Berlînê Kazim Turkmen hate bicihkirin.

Raydarê Xizmetên Olî yê li Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê Ahmet Dîlek jî ji bo alîkariya serokê giştî hate wezîfedarkirin.

Ji xwe meha Îlonê heman piştî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Elmanyayê, Nevzat Aşikoglû ji serokatiya giştî ya DÎTÎB'ê hatibû dûrxistin û Dîlek ji bo demekê li şûna wî hatibû tayinkirin.

Ahmet Dîlek kesekî welê ye ku ji aliyê îstîxbarata Elman ve ji nêz ve tê naskirin û bi hinceta ku şefê ajanên MÎT'ê yên li nava DÎTÎB'ê ye, lêpirsîn lê hatiye vekirin.