Guven, ev hefteyeke nikare parêzerên xwe bibîne

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 63 roj in di greva birçîbûnê de ye, ev 6 roj in nikare parêzerên xwe bibîne.

Leya Guven ji 8'ê Mijdarê ve ye dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Rewşa Guven ku li Girtîgeha Tîpe E'yê ya Amedê ye, her ku diçe giran dibe. Hate gotin ji ber sedema tenduristiyê ya Guven ev 6 roj in nikare parêzerên xwe bibîne.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, herî dawî Guven 4'ê Çileyê bi alîkariya hevalên xwe yên koxuşê hate odeya hevdîtinê ya bi parêzeran re, ev 6 roj in nikare hevdîtinê bike.

Parêzer her roj diçine Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê û dixwazin ku Guven bibînin lê ji ber sedema ku ew hêza ku were hevdîtinê pê re tine, nikare were hevdîtinê.

Guven ku rajena wê kêm û zêde dibe, dilê wê dixele, xwe li nagire, serêrîş lê peyda bûye û her wiha li bara deng û ronkahiyê zêde hesas bûye. Herî dawî 7'ê Çileyê piştî saetekê bi keça xwe Sabîha Temîzkan û kurê xwe re axiviye.

Hatibû gotin, Guven bi alîkariya hevalên xwe yên koxuşê hatiye odeya hevdîtinê.

Temîzkan gotibû li gorî hevdîtina beriya niha diya wê li xwe şiqandiye, bêhal bûye.

Li gorî Temîzkan diya wê dema ku diaxivî, bi dengekî nizm û bi giranî diaxivî.