Emniyetê hevdîtina Guney-MÎT piştrast kir

Bi nivîsa ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şandiye eşkere bû ku tetîkkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney dema çû Enqereyê bi MÎT'ê re hevdîtin kiriye.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Di encama hewldana Kurdan de kujer Omer Guney hate girtin û 17'ê Kanûna 2016'an li Fransayê li girtîgeha lê dihate girtin bi gumanbarî mir.

Têkiliya Guney a bi Rêxistina Îstîxbarata Milî ya Tirk (MÎT) re gelek caran kete rojevê. Di qeyda deng de ya 12'ê Çileya 2014'an li înternetê hate weşandin, derket holê ku Omer Guney bi endamên MÎT'ê re rûniştiye û plana komkujiyê kirine. Her wiha belgeya MÎT'ê ya ku ji bo sûîqestê kujer Guney wezîfedar dikir, wê wextê ji ber şerê navxweyî yê MÎT'ê hate eşkerekirin.

Dema ku Guney li Fransayê hate girtin, qerteke telefonê ya Tirkiyeyê pê re hebû û yek ji nûmarayên ku timî lê digeriya, ya MÎT'ê bû. Ev belge, tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bû, bi belgeyê nehatibû eşkerekirin. ANF'ê nivîsên navbera Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ya wê demê û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi dest xist û eşkere kir ku nûmara  "0442 – 2301209" a Guney berî komkujiyê di serdana dawî ya Tirkiyeyê de lê geriya bû, nûmaraya şaxê MÎT'ê yê Erzîromê ye. Ev yek di nivîsa 13'ê Çileya 2014'an a Turk Telekomê de derkete holê.

DOZGERIYÊ DAXWAZA NAVÊN KESÊN LÊ GERIYA YE KIR

Di encama zexta Fransayê û daxwaza malbatan de, li Tirkiyeyê der barê Guney de lêpirsîn hate destpêkirin. Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê jî di çarçoveya lêpirsînê de 4'ê Sibata 2014'an nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re nivîsî û li ser nûmarayên di telefona Guney de qeykirî ne, ev agahî da:

- 0 312 281 32 58

- 0 312 282 98 02

- 0 212 709 03 43

- 0 212 213 55 88

- 0 346 221 68 38

- 0 352 591 34 96

- 0 352 320 51 22

- 0 442 230 12 09

Daxwaza van nûmarayan ji Midûriyeta Giştî ya Turk Telekomê hatiye kirin. Em, ewraqa ku ji Midûriyeta Giştî ya Turk Telekomê gihîşt midûriyeta me, ji we re dişînin."

KESÊN KU GUNEY LI WAN GERIYA

Li ser nivîsa Turk Telekomê 13'ê Çileya 2014'an ji Emniyeta Enqereyê re şand û emniyetê jî radestî dozgeriyê kir, der barê nûmarayên ku Omer Guney li wan geriya ye, ev agahî hatin dayin:

- 312 - 2813258 AHMET GÜNEY 

- 312 - 2829802 AZMİ AKBAŞ

- 212 - 2135588 BANU SEVİL ÖNER

- 346 - 2216838 SALİH COŞAR

- 352 - 5913496 RAMAZAN YAVUZYAŞAR

- 352 - 3205122 MUSTAFA ŞAHBAZ

- 442 - 2301209 SEROKATIYA RÊXISTINA ÎSTÎXBARATA MILÎ YA SEROKWEZARETIYÊ

Omer Guney di serdana dawî ya Tirkiyeyê de, di navbera 18-21'ê Kanûna 2012'an de bi rêya telefonê bi van kesan re axivî, lê nehate eşkerekirin bê ev kes kî ne. Tê texmînkirin, Ahmet Guney apê Omer Guney e û li Enqereyê ye. Ji bilî endamên MÎT'ê, nayê zanîn bê: Azmî Akbaş, Banû Sevîl Oner, Salîh Coşar, Ramazan Yavûzyaşar û Mûstafa Şahbaz kî ne.