'Heta ku hesabê komkujiyê neyê dayin, çareserî pêk nayê'

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, heta ku hesabê Komkujiya Parîsê neyê dayin pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bi wesîleya salvegera 6'an a Komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî. Beştaş bi bîr xist, tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne hîn jî kiryarên li pişt komkujiyê nehatine eşkerekirin.

Beştaş diyar kir, li ser kiryarên li Fransa û Tirkiyeyê karek nehatiye kirin û got, tevî ku li Parîsê du lêpirsînên nû hatin vekirin, li ser lêpirsîna li Enqereyê ji bilî nivîsa emniyetê tiştek nehatiye kirin.

Beştaş ku ji bo ronîkirina komkujiyê 8'ê Çileyê pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî meclîsê kir, anî ziman ku bi ronîkirina komkujiyê re astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd wê eşkere bibin.

DIBÊ HESABÊ KOMKUJIYÊ BÊ DAYIN

Beştaş diyar kir, piştî ku 3'ê Çileya 2013'an li Îmraliyê hevdîtin pêk hat, ji bo têkbirina 'pêvajoya çareseriyê' sûîqest hatiye kirin got, tevî ku desthilatdariya AKP'ê piştî komkujiyê ragihand ku êrîş li dijî pêvajoya çareseriyê ye, heta niha bi awayekî berevajî vê gotinê tevgeriya ye. Beştaş destnîşan kir, heta ku hesabê Komkujiya Parîsê neyê dayin, pirsgirêka Kurd çareser nabe.

EŞKERE YE KU MÎT DI NAV DE YE

Beştaş bal kişand ser berpirsyariya Fransa û Tirkiyeyê di komkujiya Parîsê de û got, "Eşkere ye ku MÎT di nava vê komkujiyê de heye; ji belgeyan û qeyda deng derkete holê ku tetîkkêş Omer Guney dema çû Enqereyê bi rayedarên MÎT'ê re rûnişt. Bi nivîsa ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şand, ev rastî zelal bû. Her tişt derket holê. Serokê MÎT'ê yê Hakan Fîdan wê wextê mikur hat ku belge li MÎT'ê hatine amadekirin û gotibû, wê mijarê bişopîne. Lê belê sal di ser re derbas bûn û hîn jî gavek nehatiye avêtin."

BI ZANEBÛN HATIN HILBIJARTIN

Beştaş bi bîr xist ku li Konseya Ewropayê di konferansê de wê Fîdan Dogan nas kir û diyar kir, miroveke gelekî hêja, zindî û di karê dîplomasiyê de serketî bû. Beştaş got, "Bi komkujiyê re sê nifş kirin hedef. Her sê siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin, mirovên hêja bûn." Beştaş anî ziman, her sê jinên têkoşer bi zanebûn hatin hilbijartin û wiha dewam kir: "Berxwedêriya jinan a di nava têkoşînê de eşkere ye. Bi komkujiyê re hem xwestin pêvajoya çareseriyê bi dawî bikin, hem jî pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd bigirin."

EM Ê BI BIRYARDARÎ BIXWAZIN KU WERE RONÎKIRIN

Beştaş diyar kir, divê Komkujiya Parîsê teqez li Meclîsê were lêkolîn û ragihand, ev mijar ne tenê HDP'ê eleqedar dike, welatiyên li Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike. Beştaş ku 9'ê Çileyê di her salvegera Komkujiya Parîsê de pêşnûmeya lêkolîn dide, diyar kir ku ew bi biryardarî bixwazin ku komkujî ji her alî ve were zelalkirin.