'Berê wê timî li serketinê bû'

Nûnerê HDP'ê yê li Strasboûrgê Faîk Yagiz, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re qala Fîdan Dogan (Rojbîn) kir ku di karê dîplomasiyê de bi hev re xebitîn.

Nûnerê HDP'ê yê li Strasboûrgê Faîk Yagiz diyar kir, wan bi hev re li Parlamenta Ewropayê û Konseya Ewropayê gelek hevdîtin kirin.

Yagiz bal kişand ser taybetmendiyeke Rojbîn kir û got, "Ya herî girîng ew bû; şert û merc çi dibe bila bibe, dema wê karek datanî pêşiya xwe, teqez dixwest bi ser bixe. Ti carî bê hêvî nedibû."

Yagiz got, "Carekê ji bo kampanya îmzeyan a 'Azadî ji Ocalan re' hatibû Konseya Ewropayê. Gelek parlamenterên çep, sosyalîst û lîberalan mohra xwe danîbûn binê metna kampanyayê. Lê belê dema ku serî li parlamenterên rastgir dihate dayin, wan yekser red dikirin. Dema em li kafeterya parlamenteran a konseyê rûniştibûn, parlamenterekî Fransî yê rastgir dît û got, ez ê biçim îmzeyê jê bigirim. Min jî jê re got, 'tu bi çe jî belasebep ne, nepêkane ku îmze ji van bê girtin'. Wê jî got, ez ê teqez îmzeyê jê bistînim. Rabû çû cem û pê re axivî. Piştî 5 deqeyan pênûs da destê wî û kir ku îmzeyê biavêje."