OGÎ: Em nûçegihanên ku bi şertên dijwar dixebitin pîroz dikin

Insîyatîva Nûçegihanên Azad got, ''Em 10'ê Çile Roja Nûçegihanên Xebatkar, li kedkarên çapemeniyê yê ku bê sekn û rawest dixebitin, pîroz dikin.''

Insîyatîva Nûçegihanên Azad (OGÎ) 10'ê Çile Roja Nûçgihanên Xebatkar pîroz kir.

'DIXWAZIN NÛÇEGINAN JÎ BIKIN LEŞKER'

OGÎ'yê bal kişande ser rewşa Tirkiyê ku yekrengî li ser civakê tê ferzkirin û got, ''Di vê serdemê de ku hewl tê dayin nûçegihanan jî mîna leşkeran bikin yek reng, ji bilî yekdengiyê dema ku dengek cuda derdikeve, çavnebariyê li vê dikin.

Di vê pêvajoyê de ku bi dehan nûçegihan li girtîgehan girtî ne, zehmet e ku mirov behsa nûçegihanên xebatkar bike. Lê dîsa jî çendek 'nûçegihanên xebatkar' ji bo ku raya giştî ji rastiyan agahdar bike, bi hemû kêferata xwe dixebitin.''

'LI NÛÇEGIHANÊN KU BÊ RAWEST DIXEBITIN PÎROZ DIKIN'

OGÎ'yê bi domdarî got, ''Bêyî ku bibêjin şev û roj e, civaka çapemeniyê ku xebata di nav şertên dijwar de ji xwe re kirine prensîb û bê sekn û rawest dixebitin em pîroz dikin. Ji bo vê em 10'ê Çile Roja Nûçegihanên Xebatkar li kedkarên çapemeniyê ku bi fedekariyê dixebitin pîroz dikin.''

ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD HATIN BIBÎRANÎN

Insîyatîvê nûçegihanên Çapemeniya  Azad ku dema karê xwe bê tirs dikirin hatine qetilkirin bi bîr anîn û got, ew bi hurmetdarî û minetdarî hevpîşeyên xwe pîroz dikin.

OGÎ'yê herî dawî got divê nûçegihanên girtî demildest werin berdan.