ROJEVA 10'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Parêzer Baran Çelîk got, rêveberiya girtîgehê bi zanebûn pêwîstiyên bingehîn bi kêmanî dide girtiyên di greva birçîbûnê de ne û diyar kir, beriya ku tiştek bi berxwedêran were divê bersiv ji daxwazên wan re bê dayin.

- Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, heta ku hesabê Komkujiya Parîsê neyê dayin pirsgirêka Kurd çareser nabe.

- Rêveberiya girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Tarsûsê ji bo grevê têk bibe girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, li qawîşeke cuda bi cih nake.

- Yek ji 8 çeteyên biyanî yên DAÎŞ'ê yên li bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê ji aliyê YPG'ê ve bi saxî hate girtin, welatiyê Elman Lûcas Glass e. Derket holê ku der barê Glass de li Elmanyayê biryara lêgerînê heye.