Girtiyan bang kirin: Bi berxwedaneke hevgirtî tevbigerin

Girtiyan li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyanî dan û bang li her kesî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek girtîgehan dewam dikin. Denîz Kaya bi navê girtiyên di grevê de ne daxuyanî da û bang li her kesî kir ku xwedî li dengê ji girtîgehan bilind dibe derkevin.

Kaya şehîdên têkoşîna azadiyê bi minetdarî bi bîr anî û diyar kir, di nava her şert û mercî de wê bi kêliyekê jî xwe ji têkoşînê venegirin.

'EM Ê TI CARÎ TESLÎM NEBIN'

Kaya ragihand, polîtîkayên înkar û tinekirinê yên ku faşîzma dewleta Tirk berî 100 salî li dijî Kurdan xiste dewrê, bi faşîzma Erdogan dewam dike û got, desthilatdariya faşîst a ku li dijî gel û tevgera azadiyê bi her awayî êrîşan dike, hîn jî bendewariyên xwe ji komplo, dek û dolaban heye.

Denîz Kaya ragihand, Erdogan ê ku di çarçoveya berjewendiyên emperyalîzmê de tevdigere, armanca xwe ya bingehîn tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd e û wiha dewam kir: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku bi hêz û navendên derve ve girêdayî dixebite, ji bo komploya navneteweyî ya berî 20 salan pêk hat nû bike, hêza xwe bi her awayî seferber kiriye. Dema ku bi hêzên dinyayê re bûn yek û komploya navneteweyî kirin, encam negirtin. Niha jî dixwazin komployê nû bikin, lê divê baş were zanîn; Rêberê me sedema me ya hebûnê ye, em li dora Rêberê xwe xeleka ji êgir in. Gel û tevgera me ji berê bêhtir zane û rêxistinbûyî ye. Li dijî hemû polîtîkayên we yên qirêj em ê li ber xwe bidin û ti carî teslîm nebin."

'EM Ê BI RÊYA BERXWEDANÊ ENCAMÊ BIGIRIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, faşîzma AKP-MHP'ê di asta herî bilind de tehemûlî Kurdan neke û hate gotin, "Tecrîdkirina Rêberê me hîn jî dewam dike. Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê, me ragihandibû ku em ê greva xwe ya birçîbûnê ya bêdawî-dorveger a 27'ê Mijdarê dest pê kirin û greva bêdawî-bêdorveger a 16'ê Kanûnê dest pê kirin, heta bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê me bidomînin. Bi 171 hevalên xwe em di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Di heman demê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiya me ya bêdawî-bêdorveger dewam dike. parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku ji 8'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, di roja 64'an de çalakiya xwe bi biryardarî didomîne. Çalakiya me hîn bi koordîneyî û rêxistinbûyî didome."

Denîz Kaya diyar kir, armanca bingehîn a çalakiya wan, bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, heta ku bi berxwedanê encamê bigirin, wê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

'BERXWEDAN WÊ ENCAMA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKE'

Kaya got, "Di demeke wiha de ku berxwedana me ya li zindanan mezin dibe, polîtîkayên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê wê têk biçin û faşîzm wê li pêşberî berxwedana me ya bi heybet winda bike. Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê em bang li alîgirên demokrasiyê dikin; faşîzm bi yekîtî dikare bê hilweşandin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe bidin. Divê were zanîn ku şert û mercên hilbijartinên xwecihî pêk were, ji ber desthilatdariya heyî ne demokratîk e. Di rewşeke wiha de hilbijartin encama berxwedanê diyar nake, lê berxwedan wê encama hilbijartinê diyar bike. Divê berxwedana li dijî faşîzmê, şikandina tecrîdê, siyaseta ji bo afirandina mercên azad ên Rêberê me û hilbijartin bi hev re di nava rewşeke demokratîk de bên meşandin. Lewma em bang li hemû beşên civakê dikin ku bibin dengê berxwedana li zindanan, ji bo bidawîna tecrîdkirina Rêberê me, bi berxwedaneke hevgirtî bikevin nava liv û tevgerê."