Ji bo 9 parlementerên HDP’ê fezleke hate amadekirin

Ji bo rakirina destnedana  9 parlementerên HDP’ê fezleke hate amadekirin.

Ji bo rakirina destnedana parlementeran fezlekeyên nû ji meclîsê re hate şandin. 21 fezleke ji meclîsê re hate şandin û 20 fezleke li ser parlementerên HDP’ê ne.

Derbarê parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr 1, derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz 2, derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag 3, derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel 3, derbarê parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari 1, derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn 5, derbarê parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran 2, derbarê parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier 1, derbarê parlementerê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli jî 2 fezleke hatin amadekirin.

Fezlekeya din jî derbarê berdevkê CHP’ê Bulent Tezcan hate amadekirin.

Di serdema 26 û 27 a parlementeriyê de bi giştî 403 fezleke hatin amadekirin.