Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 9'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Jiyana wê bi temamî bi şer û têkoşînê derbas bû. Li dijî bê edaletî, newekhevî, cihêkarî, înkar, êşkencekar, desthilatdar û li hemberî xwe timî têkoşiya. Destpêka sala 2013'an tevî du hevalên xwe hate qetilkirin, lê bîranîna wê hîn zindî ye, li ber xwe dide.

- Çalakgerên greva birçîbûnê ku wê 12'ê Çileyê tevlî meşa li Parîsê bibin, gotin "Di bingeha Tevgera Azadiyê de jinên Kurd henen ku bi têkoşîna Sarayan mezin bûye." Çalakgeran banga tevlîbûnê kirin.

- Ji nivîsa ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şandiye eşkere bû ku tetîkkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney dema çû Enqereyê bi MÎT'ê re hevdîtin kiriye.

- Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, ji bo meşa proteostoyî ya 12'ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

- Ji ber berfa dijwar, li navenda Colemêrgê trafîk tevizî. Şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, ketiye dû vekirina rêyên leşkerî.

- Wekîla HDP'ê Salîha Aydenîz diyar kir, Komkujiya Parîsê planeke navneteweyî ye û got, mîna êrîşa niha ya li dijî Rojava, Komkujiya Parîsê jî li pêş çavên cîhanê hate kirin.

- Berpirsyarê Xizmeta Olî ya Konsolosxaneya Kolnê Ahmet Dîlek ku eşkere bûbû şefê ajanên MÎT'ê yên li DÎTÎB'ê ye, ji bo alîkariya serokatiya giştî ya DÎTÎB'ê hate wezîfedarkirin.

- Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê diyar kir, dema dawî hem ji bo "çareseriya krîza Sûriyeyê", hem jî di mijara "Partiyên Kurd" ên li derveyî rêveberiyê mane, gavên girîng avêtine.