Li Strasboûrgê roja 24’emîn: Serî li CPT’ê hate xistin

Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome. Heyeteke ji nav çalakgeran ji bo ku têkeve nav hewldanan serî li CPT’ê da.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 24’an de didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didome û parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî tevlî çalakiyê bûye. Ji gelek bajaran gel tên serdana çalakiyê. Roja Çarşemê ji bajarên Munster, Osnabruck, Bîelefeld, Essen û Freîbûrgê yê Elmanyayê gel hatin serdana çalakgeran.

Kurdên Anatoliya Navîn jî piştgirî dan çalakgeran. Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-Ewropayê (PKAN-E) hate serdana çalakgeran û diyar kirin ku li hemberî tecrîdê divê Kurdên li surgunê têbikoşin.

SERÎ LI CPTÊ HATE XISTIN

Heyeta ku Mûstafa Sarikaya, Dîlek Ocalan û Yuksel Koç di nav de ne, serî li CPT’ê dan. Derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên çalakgeran dosyeyek teslîmî CPT’ê hate kirin.

Mûstafa Sarikaya piştî hevdîtina bi CPT’ê re ji rojnameya Ozgur Polîtîka re axivî. Sarikaya diyar kir ku ew bi şefê CPT’ê yê Maseya Tirkiyeyê bi Mîchael Neûratûer re axivîne û dosyeya derbarê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê teslîmî CPT’ê kirine.