Heyetek ji xwendekaran serdana çalakgerên li Kasselê kir

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, komek ji xwendekaran serdana Bagdûr û Kobanê kirin ku 51 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Greva birçîbûnê ya Omer Bagdûr û Cemal Kobanê ku li bajarê Kasselê yê Elmanyayê didome di roja 51'ê de ye. Komek ji Meclîsa Komîteya Xwendekarên Giştî ya Zanîngeha Kasselê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Endamên komîteyê li ser çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê agahî girtin û nêrîna xwe anîn ziman ku bi çi rengî dikarin ji berxwedêran re bibin alîkar.

Bagdûr û Kobanê di dema serdanê de axivîn û bi bîr xistin ku tevî wan bi hezaran kes li zindanên Tirkiyeyê û li gelek bajarên Ewropayê di greva birçîbûnê de ne.

Berxwedêran bal kişandin ser bêdengiya siyaset û medya Ewropa û dinyayê û gotin, "Niha li gelek bajarên Elmanyayê grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger hene, lê ne siyaset ne jî medya Elman mîna Tirkiyeyê nabihîzin, nabînin û nîşan nadin. Li pêşberî Kurdan xwe ker, kor û lal dikin. Daxwaza me ji we ye ku eger hûn dixwazin piştgiriyê bidin çalakiya me, hingî dengê me li her derê bidin bihîstin."

Endamên Meclîsa Komîteyê jî diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê cihê hurmetê ye û gotin, "Çalakiyeke bê çek, bê şer û bê xwîn e."

Xwendekaran destnîşan kirin ku ji bo bihîstina çalakiyê çi ji destê wan bê ew ê bikin.