Ji MOP, DÎDF û FCK'ê peyamên Newrozê

Pîrozbahiyên sazî û rêxistinan a cejna Newrozê didome. MOP, DÎDF û FCK'ê jî peyamên Newrozê weşandin û bal kişandin ser berxwedanê.

Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê (MOP), DÎDF, Hevserokatiya Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK), bi wesîlaya Newrozê peyama pîrozbahiyê weşandin. 

MOP: BILA BIBE WESÎLEYA HILWEŞÎNA FAŞÎZMÊ 

MOP’ê di peyama xwe de got, "Em bi vê wesîleyê, hevrê Mazlûm Dogan ê yek ji pêşengê PKK’ê bi rêzdarî bibîr tînin û di kesayetiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin.”

Di daxuyaniyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat silavkirin û hat gotin, “Bila Newroz bibe wesîleya hilweşîna faşîzma Tirk, şakandina tecrîdê û azadbûna birêz Ocalan û Kurdistanê.” 

DÎDF: PÊKANÎNA MERCÊN AZAD ERKA HER KESÎ YE

DÎDF'ê jî bi heman awayî daxuyaniyek parve kir. Daxuyanî pîrozbahiyê wiha ye:

"Ji bo pêkanîna şert û mercên pîrozkirina Newrozê ku bi hezar salan e tê pîrozkirin erk û peywira her kesî ye. Divê tevahiya gelên bindest bi têkoşîna gelê Kurd re di nav tevkariyê de, li dijî faşîzmê têbikoşîn ku ev şert û merc pêk bên. 

Hikumeta faşîst a Erdogan ku hilbijartinên 31’ê Adarê ji bo armancên xwe yên yek-zilam bikar tîne û ji bo vê jî di serî de gelê Kurd, bi awayekî hov û har êrîşî hêzên demokrasiyê dike. 

Dewletên Ewropayê, emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe divê dev ji tevlîhevkirina Rojhilata Navîn berdin û hêzên xwe ji vir vekişin. Divê dev ji polîtîkaya xwe ya krîmînalkirina saziyên Kurd ên li Ewropayê berde û çekan nefiroşe herêmê.”

FCK: BERXWEDANÊ SERKEFTIN NÊZ KIR

Hevserokatiya FCK’ê jî di daxuyaniya xwe ya pîrozbahiyê de got, "Di serî de gelê Kurd, girîngiya pîrozkirina Newroza gelê bindest girîng e. Newroz li dijî zilmê serî rakirin e, raperîna li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê ye, berxwedan e, vejîn e, hilweşîna kelhên zilmê ye!”

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:

“Em li dora xeta Rêber Apo û şehîdan bên ba hev, bi teqez tecrîdê bişkînin û berxwedanê bi Newrozê re bigihînin lûtkeyê. Em bang li her kesî dikin ku tevlî pîrozbahiya me ya ku wê 23’ê Adarê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê pêk bê, bibin."