KNK'ê ji bo Newrozê peyamek weşand

KNK'ê Newroz pîroz kir û diyar kir, "Bila Newroza 2019'an bibe çepera yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezin."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekî nivîskî cejna neteweyî Newroz pîroz kir.

 Peyama KNK'ê wiha ye;

"Di dîroka xelk û neteweyan da hindek bûyer hene ku di encama xwe da dibine nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêkhatiye. Dijî zulmê, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzmê û her reng bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadî yê.

Di vê pêvajoya dirêj ya têkoşînê da xelkên bindest her destkeft ji bo xwe kirine qazancek û bi sembolekê kirine şahî. Newroz bi sembola agirî bûye ronahiya rêya rizgarî û azadiyê. Newroza ku xelkê Kurd bo xwe kiriye sembola têkoşîn û serkevtinê herwisa bi vê naveroka xwe ya şoreşgerî ve bûye cejna xelkên Rojhilata Navîn jî.

Serdestan her tim cejnên ku bi naverok û sembolên xwe ve bûyîne hawara xelk û çînên bindest qedexe kirine, qeyd û bend li ser danîne û yên ku ev cejn pîroz kirî jî, dijmin û xayîn îlan kirine.

Dewleta Îranê digel ku Newrozê fermî pîroz dike, lê gava Kurd weke bîr û têgihiştina xwe pîroz dikir êriş dikir û qedexe dikir û îro jî ev polîtîka rejîma Îran ê berdewame. Rejima Beasa Seddam jî her bi eynî metodî reftar dikir û nedihêla ku xelkê Kurd bi dilê xwe vê cejna xwe pîroz bike. Rejîma Beasa Esad jî her ev polîtîkaya dijminane didomand beramberî pîrozbahiyên Newrozê. Ji nav dewletên dagirker ya herî zalim dewleta Tirkiyeyê bû beramberî Newrozê. Heta serê salên 2010'an jî prangaya li ser Newrozê bi israr didomand dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê Newroz wekî cejna xelkê Tirk ya ji Asyayanavîn qebûl dikir, lê rê nedida ku Kurd pîroz bikin. Ji ber ku Kurdan, Kurdistaniyan Newroz li gorî naveroka wê ya bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikirin.

Îro xelkê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Xelkê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagîrkeran çemandin ku îro êdî nikarîn pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li şehran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Agirê Newrozê îro gurtir e li Kurdistanê. Li Başûr û Rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tête pîroz kirin. Li Rojhilat û Bakura Kurdistanê jî herwekî çeper û sengera têkoşînê tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tête hilkirin.

Em îsal cejna Newrozê bi serketina şerê Baxozê û bi têkbirina hêza hov DAIŞ'ê, pêşwazî dikin. Newroz ji bo me li hember zalim û dagirkeran roja serkevtinê ye. Newroza îsal jî, bo roja serkevtinek dîrokî. Hêza ku Cîhan dihejanda, hêza ku xof xistibû nava dilên xelkê de, hêza reş û wehş DAIŞ, îro bi destê hêzên Kurdistanî û hevkarên wan, ji holê tê rakirin. Ev serkevtinek mezine û dîrokî ye. Em vê serkevtinê serî de li YPG-YPJ-QSD û Hêzên Hevpeyman, li gelê Kurdisnê û Cîhanê pîroz dikin. 

Yek ji xala giring a naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar yên têkoşîna dijî dagirkeran de ev rûyê başî û qenciyê yê Newrozê divê neyê bêxem kirin û zêdetir divê bê pêşxistin ku dagirkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê da dubendiyê nebînin.

Di vê qonaxa giring a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya xelk û neteweya Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza vê salê ya 2019'ê bibe çeperê yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezintir.

Bi ruhê serketina şerê Baxozê, agirê Newrozê gur û geştir bikin! Newroz pîroz be!"