Rûniştina doza rojnameger Taşkin hate taloqkirin

Rûniştina doza rojnameger Seda Taşkin hate kirin. Taşkin di rûniştinê de got ku “Ez ê pîşeya xwe bidomînin.”

Li Mûşê di 20’ê Kanûna 2017’an de bi hinceta ku ‘derbarê wê îxbar heye’ rojnameger Seda Taşkin hatibû destgîrkirin. Taşkin piştî ku serbest hatibû berdan vê carê jî di 23’ê Çileya 2018’an de hatibû girtin û salekê di girtîgehê de mabû. Rûniştina doza rojnamegera Mezopotamya Haberê li Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Erziromê hate kirin. Taşkin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Taşkin parêznameya xwe ya berê dubare kir. Taşkin diyar kir ku ew rojnameger e û 4 sal in rojnamegeriyê dike.

Taşkin got ku, “Çi biryar were dayîn, ez ê pîşeya xwe bidomînim.”

Rûniştin taloqî 15’ê Gulanê hate kirin.