ROJEVA 20'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Mîtîng û çalakiyên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Nasir Yagiz ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 120 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj giran dibe.

- Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bersiv da serokê giştî yê Òmnium Cultural Jordi Cuixart û got, wê ti carî bêhêvî nebe. Guven diyar kir, wê roja gelên bindest bê.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk şerê taybet nirxand û got, "Divê mirov şerê taybet ji şerê ji rêzê cuda binirxînin."

- Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Miksê ya Wanê Onûr Şatiroglû, bi hinceta ku tevlî daweta malbateke HDP'î bûne dest danî ser çekên 8 cerdevanan.

- Gerîlayê HPG'ê Têkoşîn Gibara Belatî ji bo birayê xwe Givara Belatî ku sala 2017'an li Xakurkê şehîd bû got, "Em ê we timî bi bîr bînin û bi hêza ji we werdigirin em ê timî ber bi serketinê ve bimeşin."

- Berxwedana grevên birçîbûnê wê îro li Parlamenta Xweser a Gallerê bê nirxandin.

- Endamê Meclîsa Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer piştgirî da berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji hikumeta Elman a federal xwest, ji bo bidawîkirina tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê.