Li Swêdê platforma piştgiriya bi çalakgeran re ava bû

Roja 6'ê Adarê di civîneke Parlamenta Swêdê de "Platforma piştgiriya bi Leyla Guven, grevên birçîbûnê û HDP'ê" hate avakirin û bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hate ragihandin.

Di dxuyaniyê de hate ragihandin, li Tirkiyeyê ku azadiya fikir û îfadeyê, çapemenî, rêxistin û xwepêşandanê hatiye qedexekirin, Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 7'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Hate destnîşankirin ku armanc ji greva birçîbûnê bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e û bi vê yekê re tê xwestin pêşî li hevdîtinên aştiyê û diyalogê bê vekirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi hezaran kes tevlî greva birçîbûnê bûne û got, "Li Tirkiyeyê ku ji bilî greva birçîbûnê rêyeke din nemaye, wezîfe û berpirsyariya me ye ku em jî bibin dengê berxwedêran. Mafê wan ê tenduristî û jiyanê hesasiyeta me ya herî mezin e. Berî ku pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde lê rû nedin û tiştek bi jiyana çalakgeran neyê, divê daxwazên wan bi cih werin anîn. Ji bo vê jî divê em raya giştî û hikumetên Swêd, welatên Skandînavya û Yekîtiya Ewropayê bixin nava liv û tevgerê. Hesasiyeta li nava raya giştî bê afirandin wê bike ku hikumet bandorê li hikumeta Erdogan bike.

Platformê diyar kir, jiyana çalakgerên greva birçîbûnê di asta krîtîk de ye û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkevin.