Dolzer piştgirî da berxwedana li girtîgehan

Endamê Meclîsa Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer piştgirî da berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji hikumeta Elman a federal xwest, ji bo bidawîkirina tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê.

Endamê Meclîsa Eyaleta Hamburgê ya Elmanyayê Martin Dolzer, bi wesîleya Roja Girtiyên Siyasî ya Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî da. Dolzer diyar kir ku ew piştgiriyê dide çalakiyên greva birçîbûnê yên li çar aliyên dinyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Dolzer bi taybetî bal kişand ser berxwedana li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û diyar kir, ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bi cih were anîn, wezîfe dikeve ser milê hikumeta Elman a federal. Dolzer ji hikumeta federal xwest, ku ji bo Tirkiye ji nû ve bibe dewleteke hiqûqê, zextê lê bike. Dolzer got, "Lê belê dewlta Elman mîna li Tirkiyeyê siyasetmedarên Kurd mehkeme dike, divê ev yek bi dawî bibe."

Parlamenter Martin Dolzer bi bîr xist, tenê li Hamburgê bi hinceta xala 129b a destûra bingehîn 3,5 sal cezayê girtîgehê li 4 aktîvîst û siyasetmedarên Kurd hatiye birîn.

Dolzer li ser karên ku rêveberiya Berlînê dikare bike got, "Dawî li firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bê anîn û hevkariya bi hêzên ewlekariyê yên Tirk re werin bidawîkirin. Ji bo şîrketên Elman ên li Tirkiyeyê kar dikin êdî krediya Hermesê neyê dayin. Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê were rakirin. Aktîvîst Erdal Gokoglû ku li girtîgeha Hamburgê girtiye û ji ber êşkenceya berê li Tirkiyeyê dît rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e, were berdan."