Girtiya bi nexweşiya giran rojnamevan Perîhan Sevda Erkilinç nayê dermankirin

Rojnamevan Perîhan Sevda Erkilinç ku nexweşa astim û çolyak e û li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, nayê dermankirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn serdana Erkilinç kir û anî ziman ku tedawiya wê tê astengkirin.

PERÎHAN SEVDA ERKILINÇ

Nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecekê rojnamevan Perîhan Sevda Erkilinç ku nexweşa astim û çolyakê ye, beriya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi rengekî bêhiqûqî di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û piştre girtin. Rewşa tendustiyê ya Erkilinç giran dibe. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê serdana Erkilinç kir û li ser rewşa wê ji ANF'ê re axivî. Keskîn anî ziman ku di nava şert û mercên girtîgehê de tedawiya Erkilinç tê astengkirin û gelekî kêm kiriye.

Keskîn diyar kir ku li Erkilinç li gel astimê her wiha nexweşa çolyakê ye û got, "Nexweşên çolyakê neçar in ku xwarinên bê gluten bixwin. Ji ber ku di cih de dikare li wan giran bibe. Dema ku min ew dît, gelekî li xwe kêm kiribû. Ji ber ku nikare xwarinê bixwe. Li gel ku ji rêveberiya girtîgehê re rewş ragihandiye, ji aliyê xwarinê ve gelekî zor û zehmetiyan dikişîne Anî ziman ku carna xwarina ew dikare bixwe jê re tînin, lê belê gelek caran vê nakin. Diyar kir ku hefteyê carekê yan jî du caran nanê bê gluten jê re tînin. Lewma neçar dimîne ku tenê bi penêr xwe xwedî bike. Her wiha diyar kir ku li gel vê yekê daxwaza wî ya ji bo çûyîna revîreyê nehate bicihanîn, lewma nekarî dermanê xwe werbigire."

Keskîn destnîşan kir ku li hemberî Erkilinç hîn jî gilînameyek nehatiye amadekirin û got, "Rewşa wê ya tenduristiyê li girtîgehê her roj nebaş dibe. Bi rastî jî gelekî nexweş e û gelekî li xwe kêm kiriye. Ji xwe girtîgeh ne cihekî welê ye ku girtiyek nexweşê çolyakê lê bê ragirtin. Hem nikare xwarinê bixwe, hem jî wê nabe doktor. Ev hemû pirsgirêkên mezin e. Ji xwe Sevda rojnamevanek e, her kes bi vê zane û yekane sedema girtina wê jî karên wê yê rojnamevaniyê ye. Ev rewş bi serê xwe binpêkirineke mezin a maf e."

Keskîn diyar kir ku girtina rojnamevanan ji ber pîşseyê xwe bêhiqûqiyeke mezin e û got, "Ji aliyekî ve qala aştiyê tê kirin, li aliyê din jî zextên li ser rêxistiniyê û azadiya fikrî zêde dibe. Mirov ji ber ku pîşeyê xwe dikin têne girtin û bi mehan girtî dimînin, bi vî rengî nexweş dikevin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Sevda Erkilinç divê tavilê bê berdan."