ROJEVA 21'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Mîtîng û çalakiyên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
- Pirtûka Ocalan a bi navê "Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema xwedayên bi maske û qralên rûpêçandî" ya bi zimanê Elmanî hate wergerandin, li fûara pirtûkan a Leipzigê tê nasandin.
- Girtiyên ji doza DKP/BOG Mehmet Yozcû û Efe Çatalbaş ku 1'ê Adarê ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin, dan xuyakirin ku wan çalakiya xwe kirine greva birçîbûnê ya 'bêdem-bêdorveger'.
- AKP li Erdîşê di karên xwe yên hilbijartinê de soz dide ku wê gundiyan bike cerdevan û girtîgeha ku tê çêkirin di demeke kurt de biqedîne.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, AKP ji bêrêxistiniya civakê hêzê digire û got, "Karakterê şerê taybet rejîma AKP'ê li ser piyan dihêle. Ji ber ku ji aliyê aborî û leşkerî ve belav bûye."