DKP/Bîrlîkê peyama Newrozê weşand

DKP/Bîrlîkê bi wesîleya Newrozê peyameke pîrozbahiyê weşand û got, “Newroz, îsal herî zêde nêzî çîroka xwe pêk tê.”

DKP/Bîrlîkê, bi peyamekê cejna Newrozê pîroz kir û bal kişand ser pêkûtiyên dewleta Tirk a faşîst.

DKP/Bîrlîkê got, “Di vê qadê de Eraf tine. Ev qad qada hebûn û tinebûn, rûmet û kolebûn, azadî û bindestî, berxwedan û radestî, bawerî û bêbawerbûnê ye. Li vê qadê aliyê jiyan û mirinê heye.

Li vê qadê yên ku cengê dikin armanca wan ev e ku  îsal bi agirê Newrozê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin.

DKP/Bîrlîkê bal kişand ser berxwedanên greva birçîbûnê jî û got, “Dewleta dagirker û mêtînger di nav qeyranekê de ye; hemû hewldanên wan ew e ku têkoşîna gelê Kurd bifetisînin. Lê dawiya faşîzmê nêz bûye.

Newroz, îsal herî zêde nêzî çîroka xwe pêk tê. Agirê Newrozê meşaleya azadiyê ye. Ev agir, wê faşîzmê hilweşîne. Miriyên me ji me didizin. Yên ku cenazeyê Zulkuf Gezen bi lez û bez revandine nikarin vî agirî bitefînin. Wê meşale geş û gur bibin û têkoşîn û berxwedan mezintir bibe.”