Mala Êzidiyan: Em piştgiriyê didin berxwedêrên greva birçîbûnê

Mala Êzidiyan a li Sûlingê diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê û bang li saziyên navneteweyî kir ku bila peywira xwe bi cih bînin.

Mala Êzidiyan a li Sûlingê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê û bang li saziyên navneteweyî kir ku bila peywira xwe bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin û faşîzm were têkbirin bi pêşengtiya parlamentera HDP’ê rêzdar Leyla Guven grêva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakiya rêzdar Leyla Guven di roja 133’an de ye û rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asteke krîtîk. Rewşa çalakgerên li Strasboûrgê û ya çalakgerê li Hewlerê di heman xeteriyê de ne. Lê tevî xeteriya tendirustiyê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Em civaka Êzidî û pêkhateyên wê piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin, doza wan weke çarenûsa azadiya gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat dibînin. Leyla Guven yekemîn meşaleya ji agir rakir, ji nû ve ronahiyek da destpêkirin û bi pêngaveke dîrokî li hemberî tarîtiya dewleta Tirk, li hemberî bêdengî û bêhiqûqtiya Parlemena Ewropa û CPT’ê rawestiya.

Birêz Leyla Guven bi vê pêvajoya rûmetê armanc kir ku piştî 20 salan tecrîta li ser Rêbere Gelê Kurd bi dawî bibe. Bi vê hedefê ve girêdayî binpêkirina mafê Kurdan û qirkirina vî gelê aştîxwaz edî ji tunetî neyê dîtin. Em dibînin edî bi sedan bi ruhê şoreşgerî meşaleya azadiyê li Mexmûr, Hewlêr, li girtîgehênTirkiyeyê û li Strasboûrgê rakirine û li tevahiya cîhanê bi evîneke mezin belav dibe.”