MKP’ê berxwedana Leyla Guvenê silav kir

Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) bi daxuyanyekê berxwedana Leyla Guvenê silav kir.

Komîteya Navendî ya MKP’ê berxwedanên bi pêşengiya Leyla Guvenê destpê kirî ku ketiye roja 133’an silav kir û got divê di piştgirîdayîna berxwedan û têkoşîna demokratîk de ti kes fikar neke û fikar nayê kirin jî.”

MKP’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Leyla Guven nûnertiya çanda têkoşîn û berxwedanê ya jina Kurd dike û wiha pêde çû, “Leyla Guven bi sekna xwe ya bi rûmet û berxwedêr ve ne tenê ji bo gelê Kurd bandoreke gelek mezin li tevahiya gelên bindest û kedkar kiriye û rêzdariyieke mezin pêk aniye. Ev sekn, sekna berxwedêr a jina Kurd e.”

MKP’ê anî ziman ku xwedîderketin û mezinkirina vê berxwedanê erka hemû demokrat, şoreşger û pêşverûyan e û divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne û wiha pêde çû, “Bi serkeftinê tacîdarkriina berxwedanê, divê tenê li ser milê hevrê Leyla neyê hiştin. Her berxwedan û têkoşîna ji eniya demokratîk bilind dibe, bibe bilindkirin û xwedî derketina berxwedanê.

Ev berxwedana bi rûmet, li derve û hundir de bingeheke têkoşînê ye. Divê ev berxwedan nemîne di bin siha hilbijatinên xwecihî de û dengê berxwedanê bê bilindkirin, her kes û derdor berpirsyariya xwe bi cih bîne!

Di têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker, nijadperest de em nikarin bêalî bimînin; lewre em ligel eniya demokratîk û têkoşîna rewa cihê xwe bigirin û hesab ji polîtîkayên tecrîd, komkujî û zilmê bipirsin, têkoşînê bilind bikin.

Em careke din di şexsê berxwedana bi rûmet ya Leyla Guvenê de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê bi rêzdarî silav dikin û bang li hemû şoreşger û hevrêyan dikin ku xwedî li berxwedanê derkevin û têkoşînê mezintir bikin, bi vî awayî bihîstiyariya civakî rêxistin bikin, bi berxwedêran re di nav tevkariyê de bin. Ancax berxwedan tecrîdê, lewre faşîzmê bişîkîne!”