Berxwedêrên girtî ji Guvenê re name û helbest nivîsîn

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejar 1 a Bandirmayê ji Leyla Guvenê re name û helbest nivîsîn. Girtiyan gotin, “Roja ku tecrîd hat şkandin, Rojê dilê me germ kir û rûyê me ronî kir, tu yê bibî sergovenda me ya azadiyê!”

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 1 a Bandirmeyê ji hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê ku ji 8’ê Mijdarê ve di greva biçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye re name û helbest nivîsîn. Name li ser navê hemû berxwedêran Siraç Keskin 4’ê Adarê nivîsiye. 

Name û helbest berxwedêrên girtî ji Guvenê re şandî wiha ye:

“Hevala hêja Leyla;

Me ji çûkên ku li ser sivdera paceya me danî, silavên te yên bi berxwedanê xemlandî û azadiyê pêçayî, girtin. Lewre me jî xwest silava te bê bersiv nehêlin û bên bibin mêvanên dil û ramanê te. Her ku em germahiya dilê te yê ji bo hevrêyên xwe dilerize, kena te ya wêrekî jê diteyise, sekna te ya berxwedêr û hevrêtiya te ya bi Rojê re dibînin, em hêz digirin û stranên xwe yên azdiyê bi dengekî bilindtir dibêjin. 

Em bi gotineke ku Roja me jî anî ziman, dixwazin bidomînin. Roja me dibêje, ‘Yê/a şer dike azad dibe, yê/a azad dibe bedew dibe, yê/a bedew dibe tê hezkirin’. Me ev weke fermanekê datanî pêşiya xwe. Kesên li gorî vê feramê dijîn, her tim karîn xwe bikin dildarê/a gelê xwe û ji demê derbas bûn û bûne rêzan. Yên ku ev fêm nekirî bûn xwedî sekneke ji rêzê û bûne parçeyek tecrîda ku ev 20 sal in didome. Dîroka takekesî ya her yekî ji me mixabin parçeyekê vê şermê di nav xwe de dihewîne. Lewre hilpekîna we, parçekirina vê şermê û dawî lê anîna jiyankirina bi tecrîdê re ye. Meşa te meşa fêmkirin feramana Rojê û jîndarkirina wê ye. We bi vê hilpekîna xwe ya bi heybet xwe bi berxwedanê azad kir, her ku azad bûyî bedew bûyî û her ku bedew bûyî hatî hezkirin. Ango tu bûyî dildara gelekî. Te bi xwe re ev feramn di dilê bi deh hezaran de nexşand bûyî boneya jîndarkirina wê. Lewre divê hûn bizanin ku em minetdarê we ne. 

Hevala hêja,

Kêliyên ku em dibêjin ‘kêliyên azadiyê’ hene. Ew kêlî kêliyên biryarên mezin in. Wan kêliyan mirov giyana demê di dilê xwe de hîs dike, ferq dike û derbasî çalakiyê dike. Ev kesayetî jî dibin rêzan û rêberê mirovahiyê, pêşengiyê ji wan re dikin. Te ev hîs kir û ketî tevgerê. Te hêza me ya di hundirê me de tarî mayî ronî kir û wijdana me rakir raperînê.

TU BÛYÎ DENG PEYV Û ÇALAKÎ

Te toza li ser dilê ku kevz girtî paqij kir
Em ê ketî xewa xefletê ji xew hişyar kirin
Bûyî deng
Bûyî peyv
Bûyî çalakî
Zarokeke hêja,
Dayikeke dilşewat,
Jineke ji hişmendiya mêrza re şer dayî destpêkirin
Û bûyî navê hevrêtiya rasteqîn
Bûyî dîrok ji wêdetirî demê
Di dilê xwe de paşeroj, pêşeroj bi kêliyê re gihand hev
Bûyî berxwedan bi tama biharê
Li welatê me bihar bi berxwedanê tê bilêvkirin
Her ku tu li ber xwe didî 
Çîçek û kulîlkên te vedibin
Dilên me vediguherin bahçeyê çîçekan
Bihar bê govend nabin
govenda herî bedew jî 
govenda ku li piştî serkeftinê tê gerandine

TU YÊ SERÊ SERGOVENDÊ BÎ

Roja ku tecrîd hat şkandin, rojê dilê me germ kir, sergovenda govenda me wê tu bî û em ê bi reng û dengê xwe yê berxwedanê tevlî govenda te bin. 

Hevala hêja,

Dema ku me nameya te ya di rojnameyê de derketî xwend, me xwest bi kurt be jî hestên xwe bi te re parve bikin. Em jî ji 5’ê çile ve li vê derê bi hevalên Engin Okuducu, Abdullah Kaya, Zinar Dogan, Şehmus Can û bi hevrêyên xwe yên din ve tevlî dîlana te ya li zindanan dayî destpêkirin bûn. Ji bo me cihgirtina di nav govendeke wiha de, hestê herî bedew ê ku mirov xwe dibihurî û di xwe de civakbûnê pêk tîne. Em bi van hestan ji niha de cejna te ya 8’ê Adarê û Newrozê pîroz dikin û bi hêviya ku ev cejn bibe cejna şkestina tecrîdê, hilweşandina zilmê û rojên ku gel û civak bi azad dijîn…

Em bi dilê xwe yê tijî berxwedan silav û rêzên xwe ji we re dişînin. Bi germahiya berxwedan û Rojê re bimîne.”