Edene û Mersîn ji Newrozê re amade ne

Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Mahsun Erîg û hevseroka HDP’ê ya Mersînê Zelal Onen, bang li gel kirin ku bi giyana serhildan û berxwedanê tevlî pîrozbahiya li her du bajaran bibin.

Cejna Newrozê li Edenê her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Hê ji niha de diyar e ku wê Newroza Edeneyê ya îsal bi coş û rengîn bê pîrozkirin. Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg, di derbarê pîrozbahiyên Newroza îsal de axivî û got, "Çi li qadê, çi li taxan em ê li Edeneyê bi Newrozê ser bikevin. Bi vê dirûşmeyê amadekariyên me didomin. Lewre em bawer in ku wê Newroz bi berxwedana hevrêya me Leyla Guven tecrîdê bişkîne. Newroza îsal, wê li Qada Salona Şanoyê ya Mîmar Sînan a Edeneyê saet 13:00’î bê pîrozkirin.”

Tê payîn ku wê ligel wekîlên HDP’ê û komên muzîkê yên weke Koma Gulên Xerzan û Koma Şitlên Azadiyê tevlî pîrozbahiyê bibin.

Erîg da zanîn ku wê vê Newrozê bi giyana serhildanê, ji bo azadî û aştiya gelan pîroz bikin û bang li gelê Edeneyê kir ku her kes tevlî pîrozbahiyê bibe.

‘EM DENGÊ BERXWEDÊRAN LI QADÊN NEWROZÊ BILIND BIKIN’

Hevseroka HDP’ê ya Mersînê Zelal Onen jî di derbarê Newroza Mersînê de axivî û got, “Em ji Newroza îsal a berxwedanê re amade ne. Em ê îsal ji bo dengê xwe li dengê berxwedêrên zindanan zêde û bilind bikin bi hêztir dakevin qadan.

Em bawer in ku wê Newroza îsal bi giyana berxwedanê bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Wê bibe Newroza hesabpirsîna ji zilmê. Lewre em bang li gelê xwe dikin ku bi coş tevlî pîrozbahiyê bibin û bi vê coşê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û hesab ji faşîzmê bipirsin.”