Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ji bo Newrozê bang kir

Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ya Ewropayê banga tevlêbûna Newrozê kir.

Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ya Ewropayê bi peyamekê Newroz kir.

Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Feraseta faşîst a ku bi hezaran kes qetil kiriye û bi deh hezaran kes girtiye êrîşên xwe didomîne. Vê pergala faşîst a ku mafê herî demokratîk ê girtiyên siyasî nas nake, 3 sal in têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi derve re qut kiriye. Mafê wî yê herî xwezayî yê hevdîtina bi malbat û parêzerên wî jî tê astengkirin.

Li hemberî tecrîdê bi pêşêngiya Leyla Guven berxwedana grevên birçîbûnê hate destpêkirin. Zulkuf Gezen jî ji bo şermezarkirina tecrîdê jiyana xwe bi dawî kiriye. Agirê ku Zulkuf Gezen vêxistiye wê ji bo berxwedêran bibe meşale.

Karker û kedkarên ji Kurdistan û Tirkiyeyê di serî de em bang li hemû gelên bindest dikin ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û têkoşînê geş bikin.”