Li Ewropayê jinên sosyalîst li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê li Berlîne dest bi çalakiyên ‘Em tecrîdê rakin, Leyla bidin jiyîn’ dike.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê ji bo xwedîlêderketina greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, dest bi çalakiyan dikin.

Jin li Berlînê wê dest bi çalakiya ‘Em tecrîdê rakin û Leyla bidin jiyîn’ dikin. Di 25’ê Adarê de saet di 11.00’an de wê Jinên Sosyalîst li pêşiya parlementoyê werin ba hev û wê bi parlementeran re hin hevdîtinan bikin.

Di 26’ê Adarê de jî wê jin biçin Brukselê û dosyeya ku amade kirine wê radestî rayedaran bikin.

Di 27’ê Adarê de jî wê jin li Strasboûrgê li Pêşiya Parlementoya Ewropayê û CPT’ê çalakiyan li dar bixin û wê dosyeyên ku amade kirine wê bidin rayedaran. Jin piştre wê biçin serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê.

Jinên Sosyalîst ji bo zêdekirina eleqeya bi grevên birçîbûnê re banga bihistyariyê dikin.