Heyeta Çavdêriya Grevên Birçîbûnê lêkolîneke objektîf xwestin

Heyeta Çavdêriya Grevên Birçîbûnê çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Maltepeyê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê, Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî di nav de Heyeta Çavdêriya Grevên Birçîbûnê çûn serdana girtiyan.

Heyetê xwest bi girtiyan re bicivin lê rayedaran destûr dan tenê parêzerên di nav heyetê de biçin serdana girtiyan.

Piştî hevdîtina parêzeran Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku wan bi 5 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, hevdîtinek kirine.

Yolerî diyar kir ku 4 girtiyan di 5’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kirine û tendirustiya wan ketiye rewşeke krîtîk.

Yolerî diyar kir ku divê daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û got ku, “Girtî dixwazin ku raya giştî di vê meseleyê de bihistyar be. Girtî diyar dikin heta ku daxwazên wan pêk neyê ew ê dev ji greva birçîbûnê bernedin.”

Serokê SES’ê yê Şaxa Anadolûyê Erdal Guzel jî diyar kir ku nêzî 5 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û ji ber vê jî ew nikarin rewşa hemûyan bişopînin. Guzel got ku, “Ji ber ku girtî tedawiyê qebûl nakin divê rêxistinên tendirustiyê yên serbixwe vê pêvajoyê bişopînin. Divê pêşiya heyetên serbixwe were vekirin û piştî lêkolînên objektîf divê ev agahî ji raya giştî re were eşkerekirin.”