ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyên PKK'î: Em ê bi berxwedana hevgirtî azad bibin
Girtiyên PKK û PAJK'ê çalakgerên fedayî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam bi bîr anîn û careke din diyar kirin, heta ku daxwazên wan bi cih werin anîn wê berxwedana xwe bidomînin. -
ROJEVA 25'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Adara 2019'an. -
Zehra Saglam li Berlînê bi meşeke bêdeng hate bîranîn
Zehra Saglam ku li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû, li Berlînê bi meşeke bêdeng hate bîranîn. -
Newroz li Hamburg, Marsilya, Bordeaux û Milanoyê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, li bajarên Marsilya û Bordeaux ên Fransayê û li bajarê Milano yê Îtalyayê hate pîrozkirin. -
Xelîl rakirin nexweşxaneyê, lê tedawî qebûl nekir
Şiyar Xelîl ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, doh êvarê nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku tedawî qebûl nekir, vegeriya Mala Gel a Medyayê û çalakiya xwe dewam kir. -
Gerîla Abdullah Salman li Halmstadê hate bîranîn
Gerîla Abdullah Salman (Dijwar Zerdeşt) ku par 21'ê Adarê di êrîşa artêşa Tirk de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Halmstad ê Swêdê hate bîranîn. -
Bayram Namaz li Serêkanî û Frankfûrtê hate bibîranîn
Endamê Biryargeha Navendî yê MLKP û Nûnerê MLKP’ê yê Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) ku 23’ê Adarê di encama êrîşekê de şehîd bûbû, li Serêkaniyê û Frankfûrtê hate bibîranîn û konê sersaxiyê hate danîn. -
Di Newroza Stenbolê de 32 kes hatin destgîrkirin
Di Newroza Stenbolê de polîsan 5 jê zarok herî kêm 38 kes destgîr kirin. -
Temellî: Divê dost û dijmin bizane ku em ê bi ser bikevin
HDP’ê li Dêrsimê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Seyîd Riza bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî mîtîngek li dar xist. Temellî got ku, “Divê dost û dijmin baş bizanibin ku em ê teqez bi ser bikevin.” -
Cenazeyê Saglam nedan malbatê
Girtiya bi navê Zehra Saglam ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, şehîd bû. Cenazeyê Saglam radestî malbatê nehate kirin. -
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Kiran hate destgîrkirin
Endama Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP’ê Berat Kiran hate destgîrkirin. -
HDP’ê li Meletî û Mêrsînê lez da xebatên hilbijartinê
Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Mêrsîn û Meletiyê lez da xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê. -
Nivîskara Filîstînî peyama piştgiriyê da Leyla Guven
Nivîskara Filîstînî Nayroûz Qarmoût peyameke piştgiriyê ji Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven re şand a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 137 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Li Wanê ji bo girtiyên siyasî meşek hate lidarxistin
Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê piştî çalakiya fedaî ya girtiya siyasî Zehra Saglam meşeke girseyî li dar xist. -
Ji bo Namaz konê sersaxiyê hate danîn
Li Biryargeha MLKP Rojava ji bo Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz konê sersaxiyê hate danîn. -
Bûldan: Qedera Stenbolê wê HDP diyar bike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Newroza Stenbolê de axivî û bal kişand ser girîngiya Stenbolê. Bûldan got ku “Em partiyeke wisa ne ku, em dikarin li Stenbolê qedera hilbijartinê diyar bikin.” -
Newroza Enqerê: Tecrîdê rakin!
Namzeta Hevşaredariyê ya Çankaya ya HDP'ê Filîz Kerestecîoglu di pîrozbahiya Newrozê ya Enqerê de axivî û got ew hatine ku Bîrdariya Aştiyê li Gara Enqerê deynin. -
Newroza Stenbolê: Wê dîwarên tecrîdê werin şikanin!
Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Bakirkoyê ya Stenbolê komîteya amadekar û girtiyên siyasî biryardariya xwe ya li ser şikandina tecrîdê û bidawîkirina faşîzmê nîşan dan. -
Li Dîlokê gel bendên polîsên Tirk nas nekirin
Cenazeya Ayten Beçet a fedaî pêk anî, ji hêla polîsên rejîma AKP’ê ve hatibû revandin û veşartin. Gel xwest biçe serdana konê sersaxiyê yê li Dîlokê, lê belê polîsên Tirk xwestin gel asteng bike. Gel guh neda polîsên Tirk û çû serdana kon. -
DKP/BOG: Em li ser rêça nemiran in!
DKP/BOK: Em li ser gotina ''azadî û sosyalîzm'' a hevrê Serhed in. Em li ser rêya nemiran in! Em xwe ji yek hedefê re hazir dikin, tenê dirûşmeyeke me heye! Em ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin! An serfirazî! An serfirazî! -
Dirûşma 'Bijî Serok Apo' li Newroza Stenbolê deng vedide
Agirê Newrozê yê li Stenbolê ji aliyê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hate vêxistin. Li qada Newrozê bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" tên qîrîn. -
Êrîş li avahiya HDP'ê ya Sapancayê hate kirin
Li nêzîkbûna dema hilbijartinên xwecihî re êrîşên li dijî HDP'ê zêde dibin. Kesên nenas molotof avêtin avahiya HDP'ê ya navçeya Sapancayê. -
Nameya Beçet li qada Newrozê hate xwendin
Girtiya siyasî Ayten Beçet ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, beriya çalakiyê nameyek nivîsî bû. Nameya Beçet li qada Newrozê ya li Stenbolê hate xwendin. -
Newroz li Viyana, Stravropol, Almati û Pasîfîkê hate pîrozkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Stravropol ê Federasyona Rûsyayê, li paytexta Kazakîstan Almati û li peravên Okyanûsa Pasîfîk a li eyaleta Kalîforniya ya DYE'yê dewlet hate pîrozkirin. -
Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
Li Edeneyê di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de ji 7 kesên hatî destgîrkirin, 3 kes hatin girtin.