Li Edeneyê 11 HDP'î hatin destgîrkirin

Polîsên rejîma AKP'ê li Edene û navçeya Seyhanê avêtin ser avahiyên HDP'ê. Hate ragihandin, ku di serdegirtinan de 11 HDP'î hatine destgîrkirin.

Bi sedan polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Edeneyê û avahiya HDP'ê ya navçeya Seyhanê. Polîsên Tirk 8 saet in li avahiyan lêgerînê dikin û destûrê nade ku  kes bikevin nava avahiyên partiyê.

Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekgoz û parêzer piştî hevdîtina bi dozger re ketin avahiya HDP'ê ya Bajarê Edeneyê.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ragihandin ku 11 HDP'î hatine destgîrkirin.

Çend ji kesên hatine destgîrkirin: hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tûral, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Seyhanê Hazim Yalçin, namzetê HDP'ê yê ji bo Meclîsa Şaredariya Seyhanê Huseyîn Beyaz, endamê berê yê Meclîsa Şaredariya Seyhanê Enver Okmen, rêveberên HDP'ê yên Edeneyê Zekî Eren, Alî Arslan û Yaşar Demîr.