2 kurê wan di grevê de ne: Gazina wan tenê ji bêdengiyê ye

Malbata Şîmşek ku kurekî wan ev 95 û kurekî wan ev 19 roj in di grevê de ne, gotin ew zêdetir nikarin vê bêdengiyê ragirin û gotin hewce bike ew ê jî tevlî greva birçîbûnê bibin û çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.

Hasan Şîmşek û malbata wî ku beriya bi salan êşkence li wan hatî kirin, niha jî du zarokên wan di grevên birçîbûnê de û têkoşîna mafê didomînim. Kurê wan ê bi navê Mural Şîşmek lê malbat jê re Berxwedan dibêje, ev 95 roj in di greva birçîbûnê de ye.


'BÊYÎ SERFIRAZIYÊ JI RÊYA XWE VENAGERIN'

Berxwedan 2011'an hate girtin, li gel ku di dosyaya wî de tiştek nebû jî 32 salan ceza xwar. Berxwedan di koma pêşî ya greva birçîbûnê de cih girt. Bav Hasan Şîmşek got, '' Ev demeke em neçûne cem lê her heftî bi telefonê em diaxivin, dibêjin moralê wan baş e û hemû hevrêyên wan diyar dikin, heta ku çalakiya xwe serfiraz nekin ew ji vê rêyê venagerin.''

Suat Şîmşek ku salekê ji Berxwedan biçûktir e û malbat jê re Dozdar dibêje, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Têkilî Dozdar, ku ji ber pavekirinên medyaya sosyal hatî girtin, bav Şîmşek dibêje, ''Gelek kesên mîna wî û rewşa wî jê xirabtir jî derketin lê tenê ji ber ku paşnavê wî Şîmşek e nayê berdan. Li gel ku nexweş e jî nayê berdan.''

BI ZEXTAN RE ZÊDETIR LI TÊKOŞÎNÊ XWEDÎ DERKETIN

Dayika Berxwedan û Dozdar, Zarîfe Şîmşek jî dibêje, ji ber ku hevserê wê gelek salan li girtîgehê maye zarokên wan mîna gelek zarokên Kurd ji bavê xwe dûr mezin bûne, Dozdar û Berxwedan mîna hevalan mezin bûne, niha jî greva birçîbûnê bi hev re didomînin.

Dayika Zarîfe dibêje, polîsên Tirk gelek caran bi ser mala wan de digirt, kurê wê yê mezin hate girtin û piştre ew jî hatiye destgîrkirin, 14 rojan êşkence lê hatiye kirin û van tiştan kir jî ew zêdetir li têkoşînê xwedî derkevin.

Dayik Zarîfe dibêje, zarok dema ku mezin bûne li ser doza bavê xwe çûne û li bara bêdengiya li ser Kurdan bêdeng nemane, bi bi kelecaniya ciwantiya xwe tevlî nav xebatan bûne.

'LI GEL KU REWŞA WAN NE BAŞ E JÎ'

Dayika Zarîfe diyar kir kurê wê Dozdar nexweş e û greva birçîbûnê ji wî û hevalên weke wî nexweş ji bo tendiristiya wan ne baş e e û domand. Dayika Zarîfe got, kurê wê Dozdar gotiye, ''Rewşa min ji ya birayê min, ji ya Heval Leyla xirabtir e ku ez dest pê nekim?''

Dayika Zarîfê got ew bi zarokên xwe şanaz e lê dîsa jî ji tirsa ku tiştek bi zaroyên wê were tendiristiya wê ne baş bûye û domand, ''Ez naxwazim tiştek bi zaroyên min were. Ez li vir pêşî bang li gelê Kurd dikim û kesên ku tirsa Xwedê di dilê wan de heye: Werin, em dengê xwe bikin yek û em greva birçîbûnê bi her kesî bidin bihîstin û da ku êdî dawî li vê rewşê were.''

'GAZINA WAN LI BÊDENGIYÊ YE'

Bav Şîmşek li ser kurê xwe Berxwedan got, ''Rewşa tendiristiyê ya mirovekî ku ev ji 3 mehan zêdetir e di greva birçîbûnê de ye çilo be ya wî jî ew qasî baş e'' û domand, ''Moralên wan baş e. Gazina wan tenê li bêdengiyê ye. Beriya niha jî 2012'an 52 rojan di greva birçîbûnê de mabû. Çi dema ku li girtîgehan greva birçîbûnê çêbibe Berxwedan mîsoger di nav de ye.''

'ZAROKÊN ME HER GAV NÊZÎ MIRINÊ DIBIN'

Bav Şîmşek got daxwaza hemû çalakgerên greva birçîbûnê tenê rabûna tecrîda  li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, tecrîda li ser Ocalan ne tecrîda li ser şexsekî ye, li ser tevahiya gel e.

Şîmşek diyar kir çi kesê ku ji xwe re dibêje mirov e û xwedî wijdan e divê heta ku tecrîd rabe çalakiyan bikin, ev berpirsyarî tenê divê li ser girtîgehan namîne, her kes divê berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, ''Zarokên me her gav nêzî mirinê dibin, em jî bêdengiya xwe didomînin''

Bav Şîmşek herî dawî bang li gelê Kurd kir, ji bo greva briçîbûnê dengê xwe bilinditir bike.