NAV-YÊK: Newroz azadiya me ye!

Navenda Yekîtîya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û bang kir ku, her kes Newrozê 23.03.2019'an li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê bibin yek deng û li dijî zordar û rûreşa bi agirê azadiyê nû bikin.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YÊK) Newroza 2019'an bi daxuyaniyekê pîroz kir, bang kir ku her kes 23'yê Adarê li Frankfûrtê ya Elmanya bibin yek û Newrozê pîroz bikin.

NAV-YÊK'ê diyar kir ku ew Newrozê li tevahiya cîhanê û gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. NAV-YÊK'ê got, bi taybetî ew civaka Êzîdî ya li Êzîdxanê bi bîr tînin û hate gotin, ''Dîsa Êzîdî bi êrîşên kedxwar ên weke PDK-Barzani, AKP-Erdoğan û hukûmeta Îraqê li Şengalê fermaneke din dijîn. ''

NAV-YÊK'ê fermana 2014'an a li ser Şengalê bi bîr anî û got, ''Di nav 4 salên bihurî de bi gelek êrîşên hewayî hewl dan vê vîna azad ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan me Êzîdî bi dest xistiye, bide şikandin. Pêşengê civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî bi heman komployê navnetewî di 15'ê Tebaxa 2018'an de bi hovane hate qetilkirin. Yeqîn dikin ku wiha fermanê bi encam bikin û nasnameya Êzdayî bidin qetilkirin.''

Daxuyaniya NAV-YÊK'ê bi domdarî wiha ye:

'EM HELWESTA IRAQÊ ŞERMEZAR DIKIN'

''Her wiha di encamên êrîşa 17.03.2019'an de, ji aliyê artêşa Îraqê ve bi şêwazekî namerdî de 2 şervanên YBŞ bûne cangorî û 3 şervan jî birîndar bûne. Di serî de em li ser navê Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) û hemû pêkhateyên wê ji bo malbatên cangoriyan, civaka Êzîdî û tevahiya gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin û ji bo şervanên xwe yên birîndar û malbatên wan hêviya şîfayê dikin. Di heman demê de em vê helwesta artêşa Îraqê û êrîşa van komên provokator bi tundî şermezar dikin. Êrîş ne tenê di şexsê şervanên Êzîdxanê de pêk hat. Ev êrîş li hemberî tevahî Êzîdxana pîroz hate kirin û birînên 15ê Tebaxa 2018‘an nû dike! 

'EM TIM BI BERXWEDANÊ BI SER KETINE'

Bi armanca tecrîta li ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin û faşîzm were têk birin bi pêşengtiya parlamentera HDP’ê rêzdar Leyla Guven grêva birçîbûnê hate destpêkirin. Rêzdar Leyla Guven di roja 133’an de ye û rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asteke krîtîk. Rewşa çalakgerên li Strasboûrgê û çalakgerê li Hewlerê di heman xeteriyê de ne. Lê tevî xeteriya tendirustiyê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Di vê pêvajoyê de me mixabin yekemîn cangorî da. Birêz Zulkuf Gezen li girtîgeha Tekîrdagê xwe dar ve kir û dawî li jiyana xwe anî. Zulkuf Gezen ji bo hiqûq têkeve meriyetê û ji bo Ocalan bê berdan dawî li jiyana xwe anî. Ev têkoşîneke pir mezin e. Em bejna xwe li ber wî ditewînin û sersaxiyê ji malbata wî re û ji tevhiya gelê Kurd re dixwazin. Ev berxwedan berdewama rêka Mazlûman e, ev destpêka berxwedana serdemê ye. Bila baş bê zanîn em her dem bi berxwe dane bi ser ketine. 

'BERXWEDAN JIYAN E'

Lewma em dibêjin ''Berxwedan Jiyan e!''

Em weke civaka Êzîdî û pêkhateyên wê piştevaniya berxwedêrên girevên birçîbûnê dikin, doza wan weke çarenûsa azadiya gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û Kurdên li seranserî cihanê bûne penaber dibînin. Leyla Guven yekemîn meşaleya ji agir rakir, ji nû ve ronahiyek da destpêkirin û bi pêngaveke dirokî li hemberî tarîtiya dewletaTirk, bêdengî û bêhuqûkîtiya Parlemena Ewropa û CPT rawestiya. 

Bi dûrişmeya, ''Em ê tecrîtê bişkînin“ em bang ji gelê Kurd û taybetî li civaka Êzîdiyan dikin: werin em li pîrozbahiya Newrozê 23.03.2019'an li bajarê Frankfûrt (Elmanya) bibin yek deng û li dijî zordar û rûreşa bi agirê azadiyê nû bikin.

Yekbûna me vîna me ye.''