Ciwan li Parîsê daketin qadan
Ciwanên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, li Yekîtiya Mafên Mirovan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, li Yekîtiya Mafên Mirovan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanan bi rayedarên Yekîtiya Mafên Mirovan re hevdîtin kirin û li ser armanc û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê dosya dan rayedaran.
Ciwanan ji Yekîtiya Mafên Mirovan xwestin ku li ser berxwedêrên greva birçîbûnê daxuyaniyê bide, serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Stasbourgê bike û bang li CPT û Konseya Ewropayê bike.